Li Helebê Komkujiya Ermeniyan hat bibîranîn

24-04-2022
RÛDAW
Civaka Ermeniyan a li bajarê Helebê, Komkujiya Ermeniyan a sala 1915an bibîranîn. Wêne: Delil souleiman/AFP
Civaka Ermeniyan a li bajarê Helebê, Komkujiya Ermeniyan a sala 1915an bibîranîn. Wêne: Delil souleiman/AFP
Nîşan Heleb Komkujiya Ermeniyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Helebê Ermeniyan bi rêya meşekê komkujiya sala 1915an bibîr anîn. Meşa bîranînê bi şev ji Kenîseya Ermenên Ortodoks bi bilindkirina ala û sloganên protestokirina komkujiyê destpê kir û ber bi goristan û monomenta taybet bi komkujiyê hat kirin.

Keşeyê Ermenî, Massis Zoboyan dibêje, “Em ligel vî cemawerê mezin ê gelê xwe ji kenîseyê hatine, em hatine careke din vî cihê pîroz, xwe ji şehîdên xwe re bitewînin, ku di komkujiyekê de bi destê Tirkan hatine qirkirin. Piştî derbasbûna 107 salan, em hatine cîhan û Tirkan li ser vê komkujiyê agahdar bikin.”

Di navbera 1915 û 1923an de bi hezaran Ermenî ji komkujiya Osmaniyan rizgar bûn û li Helebê bicîh bûn.

Li gor Wezareta Diyaspora ya Ermenî, berî şerê navxwe yê Sûriyê nêzîkî 100 hezar Ermenî li vî welatî hebûn, lê niha çavdêr dibêjin tenê 25 hezar Ermenî mane, piraniya wan jî li Helebê ne.

Minas Agobiyan yek ji beşdarên merasima bîranîna komkujiya Ermeniyan a li Helebê jî dibêje, “Em komkujiya gelê Ermenî li ser erda Sûriyê bibîr tînin, em Ermeniyên Sûriyê vê komkujiyê ne bi nerîneke etnîkî bibîr tînin lê belê bi nerîneke mirovî ya giştî. Tişta berî sed salan Ermenî rûbirûyê wê bêbûn, niha hemû pêkhateyên Sûriyê rûbirûyê wî tiştî dibin.”

Li gor Navenda Navdewletî taybet bi komkujiyan, di navbera salên 1915a û 1923an, di navbera 600 heta yek milyon û 800 hezar Ermenî bi destê Osmaniyan di salên şerê cîhanî yê yekem de hatine kuştin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst