Fermandarê “Ketîbeyên Partiya Baes” li Laziqiye hat kuştin

 

Hewlêr (Rûdaw)- Fermandarê Ketîbeyên Partiya Baes li parêzgeha Lazqiyê Hûsam Îbrahîm Xedra di şer û pevçûnên derdora bajarokê Kesebê de hat kuştin.

Çavkaniyên opozîsyona Sûriyê ragihandin ku kuştina Xedra ji bo rejîma Esed derbeyeke giran e.

Ketîbeyên Baes baskê leşkerî yê Partiya Baes a desthilatdar li Sûriyê ku li kêleka hêzên rejîmê şerê hêzên opozîsyonê dikin.

Jibilî hêzên rejîmê û hevalbendên wê ji milîsên Hizbullah û çendîn grûpên din ên libnanî û iraqî, milîsên sûrî jî mîna “Artêşa Berevaniya Niştimanî” û “Ketîbeyên Baes” li kêleka hêzên rejîma şerê hêzên opozîsyonê dikin.

Rûpela Ketîbeyên Baes li ser Facebookê nûçeya kuştina Xedra piştrast kir û nivîsandiye ku ew roja 22yê nîsanê li eniya şer li Kesebê hat kuştin û cenazeyê wî duh li gundê Mezar el-Qeteriye li Laziqiye bi xakê hat spartin.

Kuştina fermandarê “Ketîbeyên Baes” li parêzgeha Laziqiyê ku mîna yek ji asêgehên rejîma Esed tê naskirin, tenê piştî mehekê ji kuştina fermandarêê “Artêşa Berevaniya Niştimanî” û pismamê serokê Sûriyê Hîlal Esed li heman navçeyê tê.