Li Helebê şer: 10 leşker û çekdar hatin kuştin

24-03-2023
RÛDAW
Nîşan Suriye Heleb HTŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di encama şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûriyê û Desteya Tehrîr El Şam (HTŞ) de li bakurê parêzgeha Helebê herî kêm 10 kes hatin kuştin.

Roja Înê 24ê Adara 2023an, çavkaniyên xwecihî yên Sûriyê ragihandin ku di şer û pevçûnan de 5 çekdarên HTŞê û 5 leşkerên artêşa Sûriyê hatine kuştin.

Koma çekdar Desteya Tehrîr El Şam (HTŞ) ku ji aliyê endamên berê yên el-Qaîde li Sûriyê ve tê birêvebirin, ligel komên din ên opozisyonê yên çekdar nêzîkî nîvê parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê û deverên din ên li ser sînorên parêzgehên Heleb, Hemayê û Laziqiyê kontrol dikin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî piştî ku çekdarên HTŞê derbasî parêzgeha Helebê bûne şer derketiye di encamê de 5 çekdarên HTŞê û 5 leşkerên artêşa Sûriyê hatine kuştin. Herwiha 10 çekdarên HTŞ û 6 leşkerên artêşa Sûriyê birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve, medyaya nêzîkî HTŞ ragihand, çekdarên wê rêxistinê êrîşî hêzên artêşa Sûriyê kirin û "mewziyên dijmin dorpêç kirin û hejmareke zêde ji wan hatin kuştin û birîndarkirin."

Nêzîkî sê milyon kes li parêzgeha Idlibê dijîn. Ji van, nîvê wan ji ber şerê navxweyî yê welêt ku deh salan dirêj e, koçber bûne.

Enqere piştî ku di destpêka şerê navxweyî de piştevaniya hêzên opozisyonê li dijî hikûmeta Sûriyê kir, bûye dijberekî tund ê hikûmeta Beşar Esed.

Di Kanûna sala borî de wezîrên berevaniyê yên Tirkiyê û Sûriyê bi navbeynkariya Moskowê civiyan. Ji sala 2011'an û vir ve yekemîn civîna wiha bû; Ji bo hevdîtina wezîrên derve yên her sê welatan hewl tê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst