Li Baxoz hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek çekdarên DAIŞê ku li bajarokê Baxozê xwe di nav kortik û tunelan de veşartibûn ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hatin girtin.

 

Duh şemiyê (23-03-2019) piştî 41 rojan ji destpêka operasyona Baxozê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) serkeftina li dijî DAIŞê ragihand.

 

Di proseya paqijkirina Baxoz û derdora wê de ji paşmayên DAIŞê, îro hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatin girtin, lê heya niha hejmar û nasnameya wan çekdarên girtî ji aliyê HSDê ve nehatiye eşkerekirin.

 

Ji aliyê xwe ve jî navenda ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) navê 3 şehîdên xwe eşkere kir, ku di vê mehê de, li 3 cihên cuda, jiyana xwe ji dest dabûn.