Urdun dê xortên Sûriyê ji DAIŞê re amade bike

Navenda Nûçeyan- Welatê Urdunê dê çekdarên eşîrên Sûriyê perwerde bike ji bo ku rûbirûyê çekdarên tundrew yên wek DAIŞê bibin.

Berdevkê Hikûmeta Urdunê, Mihemed Elmûminî di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand: “Urdun jî wê li kêleka hin welatên navçeyê, xelkê Sûriyê û çekdarên eşîrên Sûriyê perwerde bikin ji bo li dijî rêxistinên tundrew û DAIŞê şer bikin.”

Lê berdevkê Hikûmeta Urdunê hûrgiliyên wê perwerdeyê û cihên navendên perwerdekirinê eşkere nekirin.

Mihemed Elmûminî diyar kir ku hîn helwesta Urdunê derbarê çareserkirina krîza Sûriyê bi awayekî siyasî de nehatiye guhertin.

Hêzên lîberal yên dijbereya Sûriyê herwiha li navendên ku li Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qeterê jî hatine vekirin, wê ji aliyê Amerîka ve bên perwerdekirin.

Kongreya Amerîkayê 500 milyon dolar ji bo perwerdekirina nêzîkî 5 hezar şervanên dijbereya Sûriyê diyar kiriye.