Li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dengê teqînê hat bihîstin

24-02-2023
RÛDAW
Nîşan Heleb Taxa Şêx Meqsûd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ku taxeke Kurdî ye û di kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye û ji aliyê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ve tê birêvebirin, otomobîlek teqiya.

Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk belav kirine, îro Înê 24ê Sibatê beriya çend kêliyan li herêma Şiqeyêf a li bakurê Taxa Şêx Meqsûd a Helebê otomobîlek teqiyaye.

Hêj sedema teqînê û hûrgiliyên derbarê bûyerê de nayê zanîn.

Her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ku taxên Kurdî ne, di kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne, lê ew demeke dirêj e di bin dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyê de ne, ji ber ku bajarê Helebê ji sala 2019an ve di destê hêzên hikûemta Şamê de ye.

Rêveberiya Xweser heta niha li ser bûyerê ti daxuyanî nedaye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst