Li Babê teqîneke din: 2 leşkerên tirk mirin

24-02-2017
RÛDAW
Nîşan El Bab Sûriye Tirkiye
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Babê ya Helebê di encama teqîna bombeyekî de 2 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

 

Sererkaniya Artêşa Tirkiyê ragihand, li navçeya Babê di dema paqîjkirina mayîn û bombeyan de teqînek rûdaye û di encamê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û 3 leşkerên din jî birîndar bûne.

 

Her îro li gundekê nêzîkê Babê li hember hêzên Artêşa Azad a Sûriyê êrîşeke xwekujî pêk hatibû û di wê êrîşê de jî 60 kes hatibûne kuştin, 100 kes birîndar bibûn.

 

Roja 21ê Sibatê li heman navçeyê di encama teqîna bombeyekî vedayî de leşkerekî tirk miribû.

 

Ji roja destpêka operasyona Mertala Feratê ve, wate ji 24ê Tebaxa 2016ê ve hejmara leşkerên ku jiyana xwe ji dest dane gihişte 71ê.

 

Sererkaniya Artêşa Tirkiyê duh (23ê Sibata 2017) ragihandibû, ku navçeya Babê ji destê DAIŞê hatiye derxistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst