Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Sûriyeyê 2,4 milyon zarok nikarin biçin dibistanê û metirsiya wê heye ku milyonek zarokên din jî dev ji dibistanê berdin.
Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) da zanîn ku ji ber şerê navxweyî yê 13 salan li Sûriyeyê, nîvê sîstema tenduristiyê têk çûye û tenê 20 hezar bijîşk li wî welatî mane.
Berpirsên UNICEFê çûn bajarê Mearet el-Numanê yê li başûrê parêzgeha Idlibê û wan dît ku bajar bi temamî hatiye wêrankirin.
“Sîstema avê, xwendinê û tenduristiyê rûxiyaye”
Alîkarê Rêveberê UNICEFê Ted Chaiban got:
"Dema em îro ji Şamê ber bi Mearet el-Numanê ve ketin rê, wêraniya ku me dît nayê bawerkirin.
Bajar bi temamî hatiye ruxandin, xanî, navendên tenduristiyê, nexweşxane, sîstema avê û dibistan hemû hilweşiyane."
Chaiban diyar kir ku berê 100 hezar kes li bajêr hebûn lê niha hemû çûne bakurê Idlibê û li kampên demkî dijîn.
UNICEFê ragihand ku wan 185 tîmên tenduristiyê yên gerok şandine herêmên karesatbar ên Sûriyeyê da ku xizmetên tenduristiyê, pêdiviyên jiyanê û vaksînê dabîn bikin ji bo kesên hewcedar.
Li gorî zanyariyan, nifûsa bajarê Idlibê zêdeyî 2 milyon û 500 hezar kesî ye lê tevî kampên penaberan li tevahiya parêzgehê 4 milyon kes dijîn.
Zarok mexdûrên herî mezin ên şerê Sûriyeyê ne.
Li gorî NYyê şerê navxwe yê Sûriyeyê û rewşa koçberiyê bandoreke gelekî xirab li derûnê zarokan kiriye.
Li gorî rapora UNICEFê ji havîna 2011an û heta niha li herêmên şer ên Sûriyeyê 4 hezar dibistan wêran bûne yan jî zerer dîtiye.
Her wiha li gorî raporê 2 milyon û 400 hezar zarok ji xwendinê bê par mane.
Li kampên Idlibê mamoste bi zehmetî hewl didin xwendekaran fêrî xwendinê bikin.
“Divê em civakeke nû ava bikin”
Li aliyê din Ted Chaiban tekez kir ku ji bo çareserkirina rewşa Sûriyeyê pêwîstî bi diyalogê heye.
Nûnerê UNICEFê got, "Divê em civakekê ava bikin xelkê Sûriyeyê rêzê li mafên hevdû bigire.
Divê ceza bên sivikkirin da ku çavkanî ji bo jinûvekirinê û dabînkirina xizmetên bingehîn ên wekî av, perwerde û tenduristiyê hebin.
Divê zarok di nav hemû girîngîpêdanên me de li pêş bin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse