Koçberekî Sûrî zarokên kampekê fêrî nivîsandin û xwendinê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber rewşa xirab a koçberiyê, bi dehan zarokên Sûrî yên li Kampa Sermede li bakurê parêzgeha Idlibê dimînin, ji perwerdeya fermî bêparin, lê koçberekî wê kampê bi hewldanên xwe yên kesî zarokên kampê fêrî nivîsandin û xwendinê dike.

Muhîb El-Îsa, koçberekî niştecihê kampê ye, wek kesekî xwebexş erkê fêrkirina zarokan daye ser şanê xwe û wan fêrî nivîsandin û xwendinê dike.

Muhîb El-Îsa, mamosteyê xwebexş dibêje: “Ez cawê konê xwe wek textê nivîsandinê ji bo şagirtan bikartînim, temenê wan 11- 12 sale, ne dizanin bixwînin ne binivisînin, em neçar bûn dibistaneke wiha vekin. Astengiyên me nebûna kursiyaye û cihê me nîne,zarok ji derve dimînin, rojên serma û baranê tu kes ji wan nayê.”

Ji ber êrîşê hêzên hikumetê û çekdarên ser bi Îranê ve li ser gundewarê parêzgeha Idlibê, xelkê wan navçeyan malên xwe bi cih hiştine û penaberî deverên sînorî li gel Tirkiyê bûne.

Cewahir yek ji zarokan û şagirtê Muhîb El-Îsa dibêje: “Dema ez li gundê xwe EL-Ecel bûm, ez diçûm dibistanê, lê ji berî salekê ve ew ketiye bin destê artêşê , niha dibistana me tune ye, ez têm ba mamoste Muhîb.”

Roja 24ê Çile wek Roja Perwerdekirinê ya Cîhanî ji aliyê Netewên Yekbûyî ve hatiye destnîşankirin. Sala derbasbûyî Netewên Yekbûyî ragihand, li Sûriyê ji her 5 dibistanan 2 dibistan ji bo xwendinê nayên bikaranîn, yan ji nav çûne an jî koçber têde hene, an jî wek bargehên leşkerî tên bikaranîn.

Hatim Horan, bavê şagirtekî dibêje: “Derbarê perwerdeya zarokan rewş gelekî xirab e, ew bûn çend sal nifşê nû bê perwerde maye, ne dizanin binivisînin, ne bixwînin.”

Li gor amarên Rêxistina Alîkarîkirina Zarokan a ser bi Netewên Yekbûyî ve, li Sûriyê nêzîkî 2 milyon û nîv zarok ji temenê 5 heya 17 salî ji xwendinê bêpar dimînin, her wiha yek milyon û 600 hezar zarokên din di metirsiyê de ne ku ji xwendinê dûrbikevin.