Ji ber êrişên Rûsyayê bi hezaran sivîl derbider bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê bajarê Idlib ê Sûriyê ji ber bomberana firokeyên Rûsya û hikûmeta Sûrî bi deh hezaran sivîl derbider dibin.

Li  navçeya Mearet Numan, ji ber bombebaranên dijwar a firokeyên Rûsya û helîkopterên hikûmetê, bi deh hezaran sivîl bi rêya otombîl û barhilgiran malên xwe bicîh dihêlin û ber bi navçeyên bakurê parêzgeha Idlibê ve koçber dibin.

Koçberê Mearet Numan Ebû Ismaîl Mearrawî dibêje: “Em gelek caran ji Mearet Numan reviyane, em gelek caran derbider bûne û piştre vegeriyane û cardin reviyane. Em dixwazin bizanibin ka pirsgirêk çiye? Zarok û jin digirîn, herwiha kal û pîr xizmet û kar ji wan re divê, em nizanin ka em dê çi bikin? Ev zêdetirî 20 caran e, em ji Mearet Numanê direvin. De ka ji me re bibêje em dê bi kuderê de biçin, gelo cihek heye pêşwaziyê li me bike, em nizanin berê me li kuderê ye.”

Ev zêdetirî deh rojan e, navçeyên başûrê rojhilatê Idlibê û bi taybetî bajarê Mearet Numan û dedorê ji aliyê artêşa Sûrî û firokeyên Rûsyayê rûbiryî operasyonek leşkerî dijwar dibin, di encam de piraniya gund û bajarokên deverê ji akinciyên xwe vala bûn.

Koçberê Mearet Numanê Ebû Usame Himsî jî got: “Em carek din ji ber bombebarana dijwar a tawanbar Beşar Esed direvin. Doh Mearet Numan bi 400 mûşekan kirin armanc. Bi Xwedê zarokên me bi şev xew nekirine, şeva xwe bi girî derbas kirin. Îro Kumsipiyan barhilgirek dan me, mala wan ava. Bes em nizanin berê me li kuderê ye.”

Li gor Tîma Hevahengên Bersivdanê li Sûriyê, di dema 5 rojan de 80 hezar sivîl ji navçeya Mearet Numan û derdorê ji ber bombebarana firokeyên Rûsya û hikûmetê derbider bûne, her li gor heman çavkaniyê piraniya sivîlên derbider li navçeyên sînorî lige Tirkiyê li nav zeviyên çandiniyê û çola vala bicîh bûne, Tirkiyê jî ji aliyê xwe ve rê li ber sivîlên reviyayî girtiye, daku derbasî nav axa wê nebin.