Îran dibêje Îsraîl li pişt kuştina fermandarê Pasdaran li Sûriyê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdarên Îranê roja Çarşemê ragihand ku yek ji fermandarên wan ên pilebilind li Sûrîyê di teqîna bombeyeke li kêleka rê çandî de hat kuştin ku ew dibêjin rojek berê ji alîyê Îsraîlê ve hatiye danîn.

Supaya Pasdarên Îranê di daxuyaniyekê de ragihand “Dawud Caferî yek ji şêwirmendên hêza esmanî ya Supaya Pasdarên Îranê li Sûriyê, ji aliyê endamên Rejîma Siyonîst ve di encama teqîna bombeyeke li kêleka rê çandî de li nêzîkî Şamê hate kuştin.”

Supaya Pasdarên Îranê ti zanyariyên zêdetir li ser bûyerê de belav nekirin lê diyar kir ku divê Îsraîl li benda bersiva vê "tawanê" be.

Têhran û Tel Avîv bi salan e di nav şerekî dizî de ne, li gelek welatan di nav wan de li Sûriyê jî hev dikin armanc. Îsraîl bi kuştina hejmarek ji zanyarên etomî yên Îranê û her wiha bi êrîşên li ser navendên etomî tê tawanbarkirin. Li aliyê din, Îran dûr dikeve nav rûbirûbûneke rasterast bi Îsraîlê re tevî ku Supaya Pasdarên Îranê gefa tinekirina wan dixwe, li şûna wê yekê tercîh dike ku alîgirên xwe li Sûriye û Lubnanê êrîşî berjewendiyên Îsraîlê bike.

Dezgehên medyayî yên Îranê wêneyekî Dawud Caferî ligel Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî belav kirin, tê de xuya ye ku ew cemedaniyekê ji wî werdigire. Wêne ji aliyê ajansa Farsnewsê ya girêdayî Pasdaran ve di Çileya 2016an de piştî desteserkirina deh deryavanên Amerîkî ji aliyê Pasdaran ve li Kendava Farsê hatiye girtin. Deryavan piştî 15 demjimêran hatin azadkirin lê Supaya Pasdarên Îranê ji bo mebestên propagandayê wêneyên wan girtin.

Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî bi pasdarên ku di desteserkirina deryavanên Amerîkî de du hefte piştî bûyerê spasî û pesnê wan da. Dawud Caferî yek ji pasdaran bû ku bi taybetî ji aliyê Xamineyî ve hat pesinandin.

Îsraîlê berpirsyariya kuştina fermandarê pilebilind Dawud Caferî negirtiye ser xwe, şêwirmendên Supaya Quds a Pasdaran li Sûriyê rastî êrîşên asayî yên Îsraîlê tên.