Li Idlibê koçberekî hesinkar çadiran bo koçberan çê dike
Hewlêr (Rûdaw) - Hejmareke zêde ya xelkê herêma Idlibê ji br êrişan bi sînorê Tirkiyê ve koçber bûne û ew koçber hewl didin derfetên jiyanê li wan deveran peyda bikin.
Di nav wan koçberan de koçberekî bi navê Cumea Misêtîf heye ku weke hesinkarê kampan tê naskirin, Cumea çadiran ji koçberan re çêdike, û derfetên kar ji bo ciwanan peyda dike.
Li gundê Hezano, li bakurê rojavayê Idliba bakurê Sûriyê, koçberê hesinkar Cumea Misêtîf ku xelkê bajarokê Sincar ê bakurê Sûriyê ye, çadirên mezin û fireh ji koçberan re çêdike.
Gelek koçber çadirên Komisyona Koçberan a Neteweyên Yekbûyî bidest wan nakeve, û beşekî din jî çadirên kampê bo wan biçûk in, lewra Cumea çadiran li gor daxwazên wan dirust dike.
Koçberê Sûrî Cumea Misêtîf dibêje, “Em hatin vê derê, em demekê di kampan de man, lê tiştek li kampan nebû, heta çadir jî nebûn. Ez neçar bûm çadirekê ji xwe re çêbikim, piştre xelkê dît û daxwaz kirin. Piraniya xelkê Ji Etmê hatine , li vê derê navê hesinkarê kampan li min dikin, ez niha çadiran ji koçberan re çêdikim, ji ber çadirên kampan biçûk in û koçberan ji germa rojê naparêzin, divê çadir mezin û fire bin heta xelk bikaribin di nav de bijîn.”
Çêkirina çadiran ji aliyê Cumea ve bûye derfetek kar ji hinek gencên nûhatî re, da ku debara jiyana malbatên xwe peyda bikin.
Koçberekî Sûrî yê bi navê Ehmed Ubeyd jî diyar dike, “Ez hatime kar bikim bo debara jiyana malbata xwe, ez her rojê diwestim, ez ji sibehê heta êvarê kar dikim, divê ez kar bikim.”
Malbatên koçber berê xwe didin Cumeayê hesinkar, da ku li gor xwestekên wan û rewşa cografyaya ku lê dijîn, çadiran ji wan re çêbike.
Koçberekî din ê bi navê Reslan Hesen, diyar dike, “Me ev çadir ji xwe re çêkir û hilbijart, ji ber ji ya din baştir e, me ji zivistan û baranê diparêze, bo me ji ya din baştir e.”
Di havîna derbasbûyî de êrîşa Rûsya û artêşa hikûmetê bo ser başûrê Idlib bû sedem ku bi sed hezaran xelk koçberî bakurê Idlibê bibin, û li nav darên zeytûnan û kampên bêserûber bicih bibin.