DAIŞê êriş kir: 12 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin

23-10-2024
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Sûriye Leşker Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DAIŞê li çolên parêzgeha Himsê êrişî leşkerên Sûriyeyê kir, 12 leşker hatin kuştin

Li gorî nûçeya North Pressê ku dispêre çavkaniyeke leşkerî, otobuseke ku 17 leşker tê de bûn, di dema firtûneya qûmê de li gundê El Beydeyê yê li rojhilatê Himsê xera bû.

Çekdarên DAIŞê êrişî otobusê kir û di encamê de 12 leşker hatin kuştin ku di nav wan de gelek efser jî hebûn.

Her wiha North Pressê da zanîn ji ber ku di firtûneyê de mesafeya dîtinê kêm bûye 5 leşker karibûne xwe rizgar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst