SÛRIYE - Li Hemayê 6 zarok hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Hemayê ya Sûriyeyê, li gundê Qerqûrê di encama topbarana artêşa Sûriyeyê de 6 zarok hatin kuştin.

Gundê Qerqûrê yê ku hatiye topbarankirin li rojavayê parêzgeha Hemayê ye.

Çavkaniyên xwecihî destnîşan dikin 4 ji wan zarokan ji heman malbatê ne.

Herwiha di vê topbaranê de zarokekî din û 2 welatiyên sivîl jî birîndar bûne.

Li aliyê din, li bajarê Erîhayê yê li başûrê parêzgeha Îdlibê jî di topbarana artêşa Sûriyeyê de 5 welatiyên sivîl birîndar bûn.