Geir Pedersen: Danûstaninên me bi Şamê re serkeftî bûn

23-09-2019
RÛDAW
Nîşan Netewên Yekgirtî Geir Pedersen Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şanderê Taybet ê Netewên Yekgirtî, Geir Pedersen îro li Şamê ragihand, danûstandinên wî yên bi rayedarên hikûmeta Sûriyê re di derbarê komîteya destûra nû ya Sûriyê de serkeftî bûne û tekez kir, serkeftina karê avakirina komîteya destûrê beşek ji proseya siyasî ya jibo bidawîanîna krîza li Sûriyê ye, ku ji sala 2011an ve dets pê kiriye.

Şanderê Taybet ê Netewên Yekgirtî Geir Pedrsen ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim civiya û herdu aliyan li ser pêkanîna komîteya nivîsandina destûrê û mekanîzimên karê wê komîteyê gutûbêj kirin.

Di civînê de Wezîrê Derve yê Sûriyê amadebûna xwelatê xwe bo serxistina komîteya destûrê nîşan da û ragihand, ku ew destêwerdana welatan di karûbarê Sûriyê de qebûl nakin û ew tekezî li ser serweriya wî welatî dikin.

Geir Pedrsen jî behsa gera xwe ya vê dawiyê û civînên ligel serkirdeyên welatan û nûnerên wan kir û got, ew dê li ser hewlên xwe berdewam be, heta ku karê komîteya destûrê biserkeve.

Piştî civînê, Pedersen di daxuyaniyeke medyayî de ragihand, îro gereke din a gotûbêjên li gel Wezîrê Derve, Muelim “bi awayekî serkeftî” bi dawî hat.

Pedersen herwiha ragihand, ku ew dê piştî gotûbêjn bi rayedarên hikûmeta Sûriyê re, berê xwe bide New Yorkê, ku îro Duşemî civînên Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî dest pê kir, û ragihand, “ez dê Encûmena Asayişê ji naveroka danûstandinan agahdar bikim.”

Ew yek di demekê de ye, ku îro Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ragihand, komîteya destûra nû ya Sûriyê hate avakirin û destnîşan kir, ku dê di heftiyên bê de ew komîte li Cenevê bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst