Rûsya 2 navendên leşkerî li Laziqiye vekiriye (Wêne)

23-09-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Rûsya 2 navendên nû yên leşkerî li bakurê bajarê Laziqiye (ku navenda alîgirên Esed e) vekiriye.

Li gorî hin wêneyên ku rojnameya Wall Street Journal belav kiriye û vedigerin nîvê vê mehê û bi rêya setelaytê hatine girtin, tê de diyar dibin ku Rûsya embarên çekan û navendên nû li Leziqiye ava kiriye, herwiha hin çadir vedane ku wek yên Artêşa Rûsyê ne.

Rayedarên Amerîka ragihandibûn ku, Rûsya 28 balafirên xwe yên şer li Sûriyê bi cih kiriye û niha dest bi çavdêriya axa wî welatî kiriye.




Rayedarekî wî welatî ku nexwest navê wî eşkere bibe wiha ji ajansa AFP re gotiye, niha 28 balafirên şer ên Rûsya li Laziqiye bi cih bûne.

Ev çend heften e ku Amerîka dilgiraniya xwe ji ber şandina Rûsya çek û balafirên xwe bo Sûriyê, nîşan dide.

Tê zanîn ku Amerîka û hevalbendên xwe hevpeymaniyek navdewletî li dijî DAIŞê pêk anîne, lê Rûsya niha ne di wê hevpeymaniyê de ye.

Rûsya bi şandina çekan û destpêkirina çavdêriya axa Sûriyê dixwaze hevpeymaniyeke din ava, ku rêjîma Esed jî li xwe bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst