Li Portekîz û Îspanyayê ji ber germê zêdetirî 1700 kesan cane xwe jidest daye

23-07-2022
RÛDAW
Nîşan Ewropa Pêla Germê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêleke germayê ya tund berê xwe daye rojavayê Ewropayê. Ji bilî can jidestdana bi sedan kesan, bûye sedema şewitandina bi sedan hezar hektar daristan.

Rêxistina Tendirustiya Cîhanî dibêje, di dema du hefteyên borî de tenê li Îspanya û Portekîzê zêdetir ji hezar û 700 kesan ji ber germê canê xwe jidest dane. Hişyariyê dide, ku di dahatûyê de hejmar zêde dibe.

Portekîz:

Li gor Wezareta Tendirustiyê ya Portekîzê, tenê li wî welatî di du hefteyan de herî kêm hezar û 63 kesan ji ber germê cane xwe jidest dane.

Ji roja Çarşemê ve Enstîtuya Portekîzê ya Derya û Atmosferê, hişyariya rengê pirteqalî wate metirsiya herî bilind ragihand.

Nêzîkî naverasta vê mehê li wî welatî pileya germê gihişte 45 pileya sîlîzî.

Weke piraniya wan welatên ku li ser Derya Naverastê ne, çirûskê agirê daristananan di encama germê de li Portekîzê jî rûdaye û heta niha herî kêm 48 hezar û 106 hektar daristan û mêrg şewitî ne.

Îtalya:

Roja Îniyê 22ê Temûza 2022ê hikûmeta Îtalyayê, ji ber bilindbûna pileya germê li 16 bajaran asta hişyarî derxist asta herî bilind.

Ji 15ê Hezîrana îsal ve heta 21ê Temûzê 32 hezar û 921 bûyerên agir pêketinê li wî welatî hatine tomarkirin.

Heta niha hikûmeta wî welatî amarên wan kesan belav nekirine, ku ji ber germê cane xwe jidest dane.

Îspanya:

Li gor medya Îspanyayê jî, welatê wan bi xirabtirîn pêla germê ya dîrokê ve rûbirû ye.

Roja Pêncşemê 21ê vê mehê, Wezareta Tendirustiyê ya Îspanyayê, ji ber germê can jidestdana hezar û 47 kesan ragihand.

Di heft mehên destpêkê yên îsal de, agir zêdetir ji 197 hezar hektar rûberê daristanan şewitandî ye, wate ji niha de rekora sala borî şikandiye, ku 189 hezar û 376 hektar bû.

Tê çaverêkirin li Îspanyayê ji roja Duşemê pê de pileya germê dakeve.

Fransa:

Her çiqas li Fransayê pileya germê di bin 30 pileya sîlîzî ye, agirê daristanan li welatî belav bûne, li Fransayê ji destpêka sale ve 39 hezar û 904 hektar daristan şewitî ye.

Li Fransayê hejmara kesên îsal ji ber germê canê xwe jidest dane ne diyar e, lê li gor berpirsên wî welatî hefteya borî, kesek di dema kontrolkirina agir de darek bi ser de ketiye û cane xwe jidest daye.

Brîtanya:

Li Brîtanyayê pileya germê ji 40 pileya sîlîzî derbas bûye. Ji sala 2019an ve bilindtirîn pile 38.7 bû, ku li Brîtanyayê hatibû tomarkirin.

Ji ber vêya jî rewşa awarte hatiye ragihandin û hişyarî bo rengê sor, wate bilindtirîn ast hatiye derxistin, ji bo ku xelk agahdariya tendirustiya xwe bin, ku li gor wezareta tendirustiya wî welatî heta kesên bi tendirust jî dikarin ji ber vê germê bimrin.

Almanya:

Li Almanya hefteya borî, pileya germê rekora sala 2019an şikand û 40.2 pile derbas kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst