Peykersazê peykerê Selahedînê Eyûbî koça dawî kir

23-07-2022
RÛDAW
Nîşan Selahedînê Eyûbî Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Peykersazê Sûrî Ebdellah El-Seyîd ê ku peykerê Selahedînê Eyûbî li Şam a paytexta Sûriyê çêkiribû, roja Înê di 81 saliya xwe de li mala xwe ya li Şamê koça dawî kir.

Ebdellah El-Seyid di sala 1941an de li bajarê Misyaf a ser bi parêzgeha Hema ya Sûriyê ji dayik bû, sala 1971an ji Kolêja Hunerên Ciwan a Şamê derçû, sala 1980an bawernameya profesoriyê di beşê Hunerên Ciwan de li Parîsê bi dest xist.

Sala 1992an wî peykerê Fermandarê Kurd Selahedînê Eyûbî li pêşiya Keleha Şamê çêkir ku bûye wek semboleke bajarê Şamê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst