Li Laziqiyê 9emîn Festîvala Yogayê birêve çû

23-06-2023
Xalid Cemîl Mihemed
9emîn Festîvala Yogayê li Laziqiyê birêve çû
9emîn Festîvala Yogayê li Laziqiyê birêve çû
Nîşan Laziqiye Yoga Festîval
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nehemîn Festîvala Yogayê li bajarê Laziqiyê yê rojavayê Sûriyê birêve çû. Serpereştiyarên festîvalê tîmeke Hindî ne û dibêjin ku armanca vê dilxweşkirina, şahî, tendirustî û aştî ye.

Nehemîn Festîvala Yogayê li bajarê Laziqiyê yê rojavayê Sûriyê bi helkefta roja Cîhanî ya Yogayê, Çarşemê 12yê Hezîranê, li yarîgehên wî bajarî wek çalakî birêve çû. Serpereştiyarên festîvalê tîmeke Hindî ye, dibêjin, “Armanc jê dilxweşkirina, şahî, tendirustî û aştî ye.” Beşdarên festîvalê, di dema rahênanê de jî alên Sûriye û Hindê bilind dikin.

Serokê Komîteya Bilind a Yoga û Enerjiyê li Sûriyê Mazin Îsa anî ziman, “Çalakiya îro, Nehemîn Festîvala Ahengên Roja Cîhanî ya Yogayê ye, ji bo aştiya cîhanî. Me jî xwest em wê ligel Navenda Hewandina Zarokan encam bidin, da em wan ji rewşa xemgîniyê têxin rewşa şahiyê.”

Derdora 400 kesî di wê festîvalê de beşdar bûn, ji bo rahênanê di vê huner û werzişê de bikin. Hin beşdarbûyî jî, kêfxweşiya xwe nîşan didin.

Beşdareke Festîvala Yogayê Senaa Sultan got, “Ez gelekî ji Yogayê hez dikim, li vê derê ligel tîmê rahênanê dikim û gelekî em bi wan kêfxweş in, ew bi me re alîkar bûn, em ji wan kesan in ku me sûd ji Yogayê dît. Hêvî dikim berdewam tiştiên baştir hebin, bi saya Xwedê rojên bên baştir bin.”

Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, roja 21ê Hezîranê sala 2015yan weke Yekemîn Roja Cîhanî ya Yogayê ragihandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst