Hewlêr (Rûdaw) - Hat diyarkirin ku şer di navbera leşkerên Hikûmeta Sûriyê û çekdarên El-Fetih El-Mubin yên ser bi Tirkiyê de li ser eniyên Cebel El-Ekrad û Sahel El-Gab de derket.
Li gor Rewengeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), şer di navbera leşkerên hikûmeta Sûriyê û çekdarên El-Fetih El-Mubin de li eniyên Kebane li gundewarên Laziqiyê û sahil El-Gab li gundewarên Hemayê derket.
Heman çavkaniyê da zanîn hêzên hikûmata Sûriyê navçeyên El-Fatîra,Falifel, Sfuhin û Benin jî li Cebel El-Zawiya li gundewarê Idlibê topbaran kirin.
23ê Hezîranê jî, hêzên hikûmeta Sûriyê bajarokê Maarat El-Naasan li bakurê Idlibê, eniya Kefer Taal li gundewarê rojavayê Helebê û enya Kebana li gundewarê bakurê Lazqiyê topbaran kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse