Sûriye: Heta ku Tirkiye ji Sûriyê venekişe Esed bi Erdogan re nacive
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel El-Mîqdad got "Heta ku Tirkiye ji Sûriyeyê venekişe, têkiliyên me dê asayî nebin."
Feysel Mîqdad di bernameyeke televîzyonî ku tê de beşdar bû ragihand “Şam dê têkiliyên xwe Tirkiyeya ku axa Sûriyê dagir kiriye re asayî neke.”
“Hevdîtina Esad-Erdogan girêdayî vekişîna Tirkiyê ya ji Sûriyê ye”
Wezîrê Derve yê Sûriyê Mîqdad dubare kir ku asayîkirina peywendiyên her du welatan bi vekişîna Tirkiyê ji Sûriyê ve girêdayî ye. Herwiha Mîqdad tekez kir ku hevdîtina Serokê Sûriyê Beşar Esed bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re "girêdayî vekişîna hêzên Tirkiyê ji xaka Sûriyê ye".
Li aliyê din Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di hevpeyvîneke bi kanala CNN Internationalê re ragihand ku ti planeke wan a vekişîna ji Sûriyê nîne.
Feysel Miqdad wiha axivî:
“Ev yek rast e. Bi rastî hevdîtin germ bû, pir germ bû û peywendiyên dîrokî di navbera Şahnişîna Erebî ya Siûdî û Komara Erebî ya Sûriyê de derdibirî. Li ser astên cuda, di qonaxên borî de, nakokiyên me hebûn û lihevkirinên me hebûn, lê ev pêwendî negihîştin hedê dabirînê. Bi her hal, me hest kir ji germiya pêşwaziya ku li me hat kirin û ji axaftina girîng a cînişînê Erebistana Siûdî, şikobilind mîr Mihemed Bin Selman, me hest kir ku siberoj bi omîdî ye, û me hest kir ku pêwendî vegeriyan asayîbûna xwe, û serkirdayetiya Şahnişînê û şikobilind Mîr Mihemed pêşwaziya me bi hemû hezkirinê kirin ku welatiyê Sûrî ji birayê xwe çaverê dike, çi ji serkirdayetiya Siûdiyê be yan jî di nav gelek welatiyên Erebistana Siûdî de be, li tevahiya Şahnişînê. Dibe ku kêfxweşiya ketî dilê gelê Şahnişînê de bi hebûna Sûriyê di vê lûtkeyê de û nûneratiya Sûriyê di vê lûtkeyê de, bi heman şêweyê hestên kêfxweşiyê yên welatiyên Sûriyê li Şamê bûye.
Tu dizanî amadekariyên lûtkeyan hin caran bi şêweyekî ne ku hemû hûrgiliyên tiştê tê gotin nayên zanîn, bi taybetî jî eger ew ji mafên hinek saziyan bin. Lewre helwesta me derbarê tiştê ku li Ukrayina diqewime hîn wekî xwe ye. Em bi temamî piştevaniya operasyona taybet a hêzên Rûsyayê li Donbasê dikin, û em bawer dikin ku artêşa Rûsyayê serkeftinên mezin bi dest dixe û helwesta me hîn wekî xwe ye. Em, ez dubare dikim ku em piştevaniya helwesta Rûsyayê di vê derbarê de dikin, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku Amerîka û Welatên Rojavayî ew in ku hewl dan rewşê tund bikin û gelek caran derew dikirin di derbarê pêwendiyan di navbera Dewleta Rûsî û hin Dewletên Yekîtiya Ewropayê û Amerîkayê de. Û vê yekê hîşt ku Rûsya gavekê biavêje ku Sûriyê pêşwazî lê kir, û ez li vir behsa yên din li gelek cihan li cîhanê nakim ku wan jî heman helwest hebû, lê em li gel aramî û cîgîriyê ne li wê herêmê û em di wê baweriyê de ne ku tiştê serok Putin û serkirdayetiya Rûsî di vê derbarê de kirin hêjayî hemû rêzgirtinê ye.
Rê bide min ez ji beşa dawî dest pê bikim, ji ber ku te behsa asayîkirinê kir, em asayîkirinê li gel dijminê xwe nakin, em asayîkirinê li gel welatekî ku axa me dagîr dike nakin. Gotûbêjên kûr û hin caran jî tund hebûn ku me tê de hemû tiştê girêdayî asayîkirinê jinav bir. Bi rastî em şêwrê dikin, û hin civînan lidar dixin, da ku em bigihêjin bidawîanîna rewşa neasayî ya ku li ser axa Sûriyê heye. Em dibêjin asayîkirin nabe eger ne tenê encama vekişîna hêzên Tirkiyê ji Sûriyê be. Lê di derbarê wesfê ku berêz Serok Beşar el-Esed pêşkêş kirî di lûtkeya erebî de, ew wesfeke hûr û reyalîst bû, ji ber ku niha hêzeke dagîrker heye li ser axa Sûriyê. Dema em bixwazin, yan her aliyek bixwaze bergiriyê li axa xwe û serweriya xwe bike, divê berevaniyê di ber wê yekê de bike bi rêya tedbîran di nav sînorên xwe de, lê ne di nav axa Dewletên din de. Û li ser vê bingehê, pêwendiyên me yên dîrokî li gel gelê Tirkiyê hene, Sûriye wiha dirust bûye.
Em hewlên dostên me yên Rûsî bilind dinirxînin û her weha jî em tevlîbûna Komara Îslamî ya Îranê bilin dinirxînin ku beşdarî danûstandinan bû ku li ser astên emnî, serbazî û siyasî hatine kirin. Em geşbîn in, hertim, Divê dagîrkerî bi dawî were, eger li bakurê rojava be, li Îdlibê bi dawî were, û li tevahiya herêma li ser sînor, yan jî herêma di navbera Sûriyê û Komara Tirkiyê de, û divê hebûna Amerîka li bakurê rojava bi dawî were, li bakurê rojhilat, û divê hebûna Amerîka li binkeya Rukban bi dawî were.
Ez bawer dikin ev girêdayî yek babetê ye, ew jî vekişîna Tirkiyê ji xaka Sûriyê ye.
Ez bawer dikim ku hêcet û behaneyên ku li gorî wan Îsraîl xaka Sûriyê bombebaran dike derew û dilwasî ne. Bêguman, em beşeke ku nayê birîn ji Neteweya Ereb in, û em Dewleteke erebî ya sereke ne, lewre em hertim hêviyan li ser piştevaniya welatên ereb ji bo Komara Erebî ya Sûriyê di vî warî de girê didin. Dibe ku şiyan berdest bin û dibe ku şiyan berdest nebin. Em berû têkdana rewşê li herêmê naçin, lewre em hoşdariyê didin Îsraîlê ku ew dûr neçe di kiryar û tawanên xwe yên diminkarane de, û tu kiryarên Îsraîlê li dijî gelê Filestînê dibînî, eger li Xeza be yan jî li Kerta Rojava be, yan jî heta di nav axa 48an de be. Lewre divê Îsraîl ji vê yekê raweste, û gelê Sûriyê dê qurbaniyan jibîr neke û dê van kiryarên hovane yên rekezperest û faşîst yên Îsraîlê jibîr neke li dijî gelê Filestînê û Xelkê me li Colana Erebî ya Sûrî ya dîgirkirî.”