Opozisyon û hikûmeta Sûriyê li ser Komîteya Destûrê nakok in

23-05-2019
Xalid Cemîl Mihemed
Opozisyonê daxwaza betalkirina navê 6 endamên komîteya destûrî dike û NY daxwaza opozisyonê red kiriye.
Opozisyonê daxwaza betalkirina navê 6 endamên komîteya destûrî dike û NY daxwaza opozisyonê red kiriye.
Nîşan Sûriye Opozisyon Komîteya Destûr Nakok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heya niha komîteya destûrî ya Sûriyê nehatiye pêkanîn û nakokiyên di navbera hikûmet û opozisyonê de jî li ser vê mijarê berdewam in. Li gorî daxuyaniyên cuda y;n opozisyon û hikûmetê, nakokî li ser 6 navan e, opozisyonê da xuyakirin, ku ev her 6 nav girêdayê hikûmeta Sûriyê ne, û wan daxwaza guhertina wan her 6 navan kirne, lê hikûmeta Sûriyê jî li ser vê yekê nerazî ye.

 

Damezrandina Komîteya Destûra Sûriyê, careke din, dikeve serdêra ragihandina ku rewşa wî welatî dişopîne, bi taybtî piştî ku li ser asta serkirdayetiya opozisyonê behsa yekalîkirina vê mijarî tê kirin.

 

Cîgirê Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê, Ebdulbasit Hemo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, li gorî zanyariyên taybet ji Serokê Desteya Bilind a Danûstandkar a Sûrî, Nesir Herîrî niha ew ligel Neteweyên Yekbûyî li ser 6 navên cihê nakokiyê di lîsteya berbijêrên Neteweyên Yekbûyî de, di danûstandinê de ne.

 

Ebdulbasit Hemo ragihand ku li gorî zanyariyên taybet ku bi dest wî ketine, Nesir Herîrî gotiye ku wan pêşniyar kiribû ew 6 nav bêne betalkirin û hejmara endamên komîteyê bimîne 144 berbijêr, lê Neteweyên Yekbûyî ev yek red kiriye, ji ber ku pêwîstiya kêmkirina wê hejmarê bi biryareke navdewletî ye. Êdî heta niha ew mijar di danûstandinê de ye û yekalî nebûye.

 

Nesir Herîrî amaje bi wê yekê daye, ku bi guhertina wan 6 navan damezrandina Komîteya Destûrê dê ber bi pêş ve here, lê eger lihevkirin li ser rêkarên karê wê komîteyê bê kirin û navên ku wê destûrê gotûbêj bikin, bêne pejirandin.

 

Ebdulbasit Hemo ji Rûdawê re got, di derbarê damezrandina Komîteya Destûra Sûriyê de, nakokî li ser 6 navên lîsteya Neteweyên Yekbûyî hebû, ku di nav berbijêrên wê lîsteyê de, li gorî opozisyonê, 31 nav nêzîkî hikûmeta Sûriyê bûn, êdî Tirkiye û opozsiyonê ev yek red kirin û daxwaz kirin ku ew 6 berbijêr bêne guhertin, ji bo ku balans têkeve lîsteyê, ku heta niha cihê danûstandinê ye.

 

Hemo got: “Girîngiya yekalîkirina mijara wan 6 berbijêrên cihê nakokiyê, ew e ku ne dûr e, di meha bê de, damezrandina Komîteya Destûrê têkeve warê cîbicîkirinê. Lê piştî yekalîkairina damezrandina komîteya ji 150 kesî, wê Komîteyeke biçûk ji bo Amadekirina Destûrê, ji 45 kesan bê damezrandin. Ew jî 15 wê ji aliyê her yekê ji hikûmet, opozsiyon û Neteweyên Yekbûyî ve bin.”

 

Ji nav wan 45 kesan, wê serokê komîteyê bê hilbijartin, ku hikûmet daxwaz dike ew serok ji berbijêrên wê be, lê opozisyon vê yekê red dike. Bi wateya ku dibe ev xal jî bibe cihê nakokiyê, ligel wê jî mekanîzmên dengdan û hilbijartinan û dema karê komîteyê û amadekirina destûrê wê di nav karnameya wê komîteya 45 kesî de be, herwiha dibe ku ew jî bibin cihê nakokiyê.

 

Ebdulbasit Hemo got: “Xala ku dibe bibe cihê nakokiyê ew e ku gelo kîjan destûr wê cihê karê wê komîteya 45 kesî be? Serastkirina destûra sala 2012an, weke ku hikûmeta Sûriyê dixwaze yan danîna destûreke nû, weke ku opozisyon dixwaze?”

 

Cara yekm pirsa Komîteya Destûrê hate pêşandan, 20ê Berfanbara 2018an bû, li bajarê Soçî yê rûsî, di navbera hersê welatên garantor (Rûsya, Tirkiye û Îranê) de bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst