Dostên Sûriyeyê vekişandina Hizbulah û Îranê dixwazin

23-05-2013
RÛDAW
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) – Dostên Sûriyê daxwaz kirin ku Hizbûllah û Îran ji nav xaka Sûriyê derbikevin. 

Duh li Urdinê civîna Dostên Sûriyeyê hat lidarxistin. Di civînê de vekişandina Hizbulah û Îranê hat xwestin.

Dostên Sûriyeyê mana çekdarên li Sûriyeyê wekî tehdîdê li ser aramî herêmê dibînin. Piştî civînê Dostên Sûriyeyê li paytexta Urdin Emmanê, daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dema Hikumeteke Demkî li Sûriyeyê çêbe, divê rayeya xwe ya qanûnî li ser leşkeran û rêveberiyê hebe.”


Civîna ku 11 dewletên Ewropî û erebî tevî dewleta Tirikiyeyê çêbû, hîşyariya bikaranîna çekên kîmyayî dan Esed û tekez kirin ku cihê Esed di Sûriyeya nû de nemîne.

Wezîrê dervayê yê Amerîka John Kerry di despêkê civînê de ragihand: “Hemû aliyên Sûriyeyê çareseriyeke siyasî dixwazin ji bilî Esed.”

Werger: Roka Şido

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst