Li Îdlibê leşkerekî Tirkiyeyê mir

23-03-2024
Nîşan Tirkiye Leşker Mirin Îdlib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê leşkerekî wan miriye.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ev leşker di qezayeke trafîkê de miriye.

Hat ragihandin ku navê wî leşkerî Abdulkadîr Akinci ye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê da zanîn ku ew leşker li nexweşxaneyê tedawî dibû lê ji mirinê nefilitiye.

Tirkiyeyê 27ê Sibata 2020î bi piştgiriya grûpa bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê êrişî Îdlibê kir û hêzên xwe li wê derê bi cih kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst