Şam: Jinek bi bûkokên amîgurumî debara xwe dike

Hewlêr (Rûdaw) – Li Bazara Himêdiyê yê Şamê paytexta Sûriyeyê jinek gulokên rîs û ta dikire û bi wan bûkokan çê dike.

Hezar Eyûbî li malê bi rêya çêkirina bûkokên Japonî (amîgurumî) debara jiyana xwe dike.

Çêkera bûkokên amîgurumî Hezar Eyûbiyê li ser karê got:

“Dema Korona belav bû, rewş li welêt zehmet bû, her tişt rawestiya, kar nema, zext zêde bû, min xwest karekî bikim.

Bûkokên amîgurumî qet têk naçin, heta di nav cilşokê de jî têk naçin. Zarok dikarin bi wan bilîzin û wan bibin her derê, bi awayekî hatine çêkirin ku ti carî naşikên.”

Hezar Eyûbî li bazarê bûkokên xwe ji bo firotinê nîşan dide.

Bûkokên amîgurumî zêdetir bala zarokan û keçan dikişînin.

“Yekser bala min dikişînin”

Kiryareke bi navê Hedîl Etemê anî ziman:

“Li vir gelek tiştên xweşik hene û bi taybetî bûkokên amîgurumî, ji ber ku ez di warê wan de pispor im, yekser bala min dikişînin.

Li vir xanimek heye bûkokan difiroşe, ev bûkok ji bo zarokan ji lîstikên din baştir in, baş hatine çêkirin û paqij in, çi qasî nirxê wan bilind be jî li beramberî xebata çêkirina wan hêja ne.”

Hunera çêkirina bûkokên amîgurumî di dawiya sedsala 19an de li Japonyaê derket.

Destpêkê bûkokên fêkiyên hatin çêkirin lê di destpêka sedsala 20an de bûkokên kîvroşk, pisîk, mişk, piling û penguenan jî hatin çêkirin û piştre ev huner li hemû cîhanê belav bû.