Heleb: Şer û erdhejê di Remezanê de bandoreke xirabtir li bazarê kiriye

23-03-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Meha Remezanê Heleb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Heleb a Sûriyê hevdem bi hatina meha rojî û Remezanê re û tevî bandora şerê navxweyî yê 13 salan û erdheja 6ê Sibatê xelk gazinan ji bihabûna nirxê xwarin û xorakê dikin.

Di demekê de ku krîza Sûriyê ketiye sêzdemîn sala xwe, bi ser de jî nexweşî û erdhej hatin, welatî gazinê ji buhabûn û bilindbûna nirxên keresteyên xwarinê dikin, êdî di Remezanê de rewş zehmetir dibe.

Firoşyar Mihemed Muezin diyar kir ku şer û erdhejê bandor li bazarê kiriye û got, “Helbet bandora şer hebû, piştre jî erdhej hat, hin xelk malên wan wêran bûn, ma mirov wê bi ku derê de here, helbet bandora wê hebû, bandora şer jî hebû, nirx berê bi awayekî bûn lê piştre bûne agir. Xwedê alîkarê kesê hejar be.”

Firoşyarek dibêje dahata welatiyan ji xerciya wan kêmtir e, di demekê de ku bihayê pereyên Sûrî gihiştiye derdora 7 hezar û 600 lîreyan li beramber 1 dolarê Amerîkî, ku têçûya danekî xwarinê dike bihayê bêhtir ji 6 dolaran, lê dahata rojekê bi bihayê derdora 4 dolaran e.

Firoşyar Ehmed Ezîzî anî ziman, “Hinek bazirgan hene kelûpelan vedişêrin ji bo piştre buha bikin, cudabûn ketiye nirxan, her tişt hatiye guhertin. Dema pêwîstiya mirov bi keresteyekê hebe, yekser li bazarê buha dibe. Ev yek derbarê rûn û zeytê û her tişt buha bûye. Veşartina keresteyan ji bo buhakirina nirxan e, ev hemû lîstika bazirganan e. Weke mînak eger em xwarineke Remezanê çê bikin, ne kêmtir ji 50 hezar lîreyê ye, kîjan karmend 50 hezarî werdigire. Baştirîn karmend 30 hezar lîreyan werdigire.”

Nişteciyekî din dibêje bi sedema buhabûnê gelek xelk nikarin weke pêwîst pêdiviyên xwe ji bazarê bikirin.

Şêniyê Helebê Ebdulxenî Berekat got, “Bandora erdhejê li ser bazaran hebû, êdî bû sedema lawazbûna tevgerê û tirs li cem xelkê durist kir. Êdî nema gelekî daketin bazaran.”

Ji sala 2011an ve, bi sedema şer û pevçûnên hikûmetê û grûpên çekdar ên opozsiyonê, bajarê Helebê rastî wêraniyeke mezin hat û Sibata 2023yan jî, erdhej bi ser de hat û rewş bêhtir têk da û buhabûn bêhtir bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst