HSDê li Baxozê serkeftina li dijî DAIŞê ragihand
Hewlêr (Rûdaw) – Piştî 41 rojan ji destpêkirina operasyona Baxozê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) serkeftina bi ser DAIŞê de ragihand.
15:50 Îlham Ehmed: DAIŞ bi temamî bidawî nebûye
Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed serkeftina HSDê ya li dijî DAIŞê li tevahî gelê Rojvayê Kurdistan û Sûriyê pîroz kir û got: "Heta niha DAIŞ bi temamî bidawî nebûye.”
Seroka Meclisa Rêveber a MSDê Îlham Ehmed serkeftina HSDê li gelê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û hemû hêzên leşkerî yên ku li dijî DAIŞê şer kirine pîroz kir.
Îlham Ehmed got: "Em niha kêliyên dîrokî dijîn, dîrok dê vê bûyerê, fedekariya hêzên me yên leşkerî û keda gelê me yê welatparêz bi tîpên zêrîn binivîse. Hêzên me ev 5 sal in şerê vê nexweşiya ku welatê me parçe kiriye dike, bi kedeke mezin jiyana asayî û azadî vegeriya."
Îlham Emed diyar kir ku hêj xeteriya DAIŞê li herêmê bi dawî nebûye û derbarê vê yekê de jî wiha got: “Di vê kêliya ku têkçûna terorê tê ragihandin de, em dizanin ku hêj xeteriya wê li herêmên din ên Sûriyê heye. Em dibêjjin ku pêvajoya rizgarkirina erdîngariyê nayê wateya tinekirina terorê. Ji ber ku heta niha jî şaneyên wê yên veşartî hene. Mertisiya ji nû ve derketina DAIŞê heye.”
Derbarê girtiyên DAIŞî û malbatên wan de jî Ehmed wiha got: “Divê dosyaya DAIŞiyên girtî ku hejmara wan 5 hezar in were vekirin û bi rêya dadgeha navdewletî werin darizandin. Li aliyekî din jî divê pirsa malbatên wan ku hejmara wan zêdeyî 80 hezar kesan e were çareserkirin. Wekî Meclisa Sûriyeya Demokratîk em dibînin ku piştevaniya navdewletî girîng e divê berpirsyartiya xwe dewam bikin."
Ehmed ji bo çareserklirina siyasî ya pirsgirêkên Sûriyê banga civaka navdewletî û aliyên berpirsyar kir ku roleke erênî li xwe bigirin û ji bo vegerandina penaberan de bibin alîkar.
Di dawiya axaftina xwe de Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratî tekez kir pêvajoya siyasî bêyî beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser dê bi sernekeve.
15:40 Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê: Ez serkeftina li dijî DAIŞê pîroz dikim
Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê William Robak ji bo serkeftina li dijî DAIŞê, pîrozbahî li xelkê Sûriyê û bi taybetî HSDê kir.
William Robak wiha got: “DAIŞ têk çû û herêmên di bin kontrola wan de hatin rizgarkirin. Me nikarîbû bê hevpeymanên xwe li ser erdê tu serkeftinan li dijî DAIŞê pêk bînin. Ez pîrozbahiyê li xelkê Sûriyê dikim ji bo jinavbirina DAIŞê."
Robak diyar kir ku DAIŞ têk çû, lê xebatên wan ji bo bi temam’ tunekirina wan de berdwam bin û got: "Em ji detspêkê ve bi zelalî dibêjin em dê hevkariya xebatên hêzên hevpeymaniyên di şerê DAIŞê de bikin. Wek tê zanîn Serok Trump got dibêje em dê her tişta pêwîst li Sûriyê bikin."
Nûnerê Wezareta Derve ya AmerîkayêEm pîrozbahiyê li Gelê Sûriyê û bi taybetî jî pîrozbahiyê li Hêzên Sûriya Demokratîk dikin, ku xîlafeta xapandinê ya DAIŞê bidawî anîn û deverên rojhilatê Sûriyê rizgar kirin. Ev bûyera çarenivîsaz di şerê dijî DAIŞê de stratejiya mezin û pêbendbûna hevparên me yên xwecihî û Hevpeymaniya Navdewletî bo şikandina DAIŞê nîşan da. Amerîka serbilind e ku di nav 97 welatên endam di Hevpeymaniya Navdewletî de bi vî karî rabû”
15:15 Mezlûm Ebdî: Me ji bo azadiyê nêzîkî 11 hezar şehîd dane