Banka Navendî ya Sûriyê nirxê dolar bilind kir

23-02-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Sûriyê nirxê her dolarekî Amerîkî bi 7 hezar lîreyên Sûrî diyar kir.

Banka Navnedî ya Sûriyê roja Çarşemê 22ê Sibata 2023an derbarê nirxê dolarê amerîkî li beramber lîreyê sûrî de biryarek da.

Li gor biryarê, nirxê her dolarekî amerkî bi 6 hezar û 950 lîreyan heta 7 hezar lîreyên Sûrî hat bilindkirin.

Ev yekem car e di dîroka Sûriyê de nirxê dolarekî Amerîkî li Banka Navendî ya wî welatî dibe 7 hezar lîre.

Piştî biryara Banka Navnedî ya Sûriyê, li bazaran jî nirxê dolar li beramber lîreyê sûrî bilindtir bûn û her dolarekî Amerîkî bi 7 hezar û 350 lîreyên Sûrî ye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst