WFP: Me li Sûriyê alîkarî gihandine zêdeyî 800.000 kesan

23-02-2023
Loloxan
WFP: Me li Sûriyê alîkarî gihandine zêdeyî 800.000 kesan
WFP: Me li Sûriyê alîkarî gihandine zêdeyî 800.000 kesan
Nîşan Erdheja Mereşê Sûriye WFP OCHA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkariyên mirovî yên Programa Xwarinê ya Cîhanî (WFP) bi rêya Deriyê Bab el-Hewa re derbasî bakurê rojavayê Sûriyê bûn û rêveberê herêmî yê WFPê li Sûriyê dibêje ku heta niha alîkariyên wan gihştiye zêdeyî 800 hezar kesan li Sûriyê.  Herwiha Ofîsa Hevahengiya Karûbarên Mirovî ser bi Neteweyên Yekbûyî ve (OCHA) jî bi rêya deriyên Bab el-Hewa, Bab el-Selame û el-Raî re alîkariyan bo mexdûrên erdhejê dişîne.

Barhilgirên alîkariyên mirovî yên Programa Xorakê ya Cîhanî ji aliyê Tirkiye ve bi rêya Deriyê Bab el-Hewa re derbasî bakurê rojavayê Sûriyê dibin. Ew alîkarî li koçberên kampan û zerardîtiyên erdheja 6ê Sibata 2023an ên Sûrî tên belavkirin.

Rêveberê herêmî yê WFP li Sûriyê Kenn Crosley dibêje: “Di çend demjimêran de, Programa Xorakê ya Cîhanî li gel hevbeşên xwe xwarina germ li kenîse, mizgeft û dibistanan pêşkêşî xelkê kir. Heta niha Programa Xorakê ya Cîhanî gehiştiye zêdeyî 800 hezar kesan li Sûriyê. Mixabin dê pêwîstiya van kesan heta çend salên bê jî bi alîkariyan hebe, ji ber cih nîne lê vegerin, divê cîhan alîkariya wan bike.”

Ji aliyê xwe ve, Ofîsa Hevahengiya Karûbarên Mirovî ser bi Neteweyên Yekbûyî ve OCHA jî dibêje, tîmên wan di  derbaskirina alîkariyan bo zerardîtiyên erdhejê bi rêya deriyên Bab el-Hewa, Bab el-Selame û el-Raî re berdewam in.

Cîgira Rêveberê OCHAyê Ghada Eltahir Mudawiwill jî got: “Ji 9ê Sibatê ve, 265 barhilgirên alîkariyan ji aliyê 6 ajansên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ji aliyê Tirkiye bi rêya deriyên Bab el-Hewa, Bab el-Selame û el-Raî re derbasî bakurê rojavayê Sûriyê bûne. Ev alîkarî xwarin, çadir, amûrên pişkinîna kolêrayê û piskewîtin zêde bi qiwet li xwe girtine, di dema hevbeşên me yên xwecihî û navdewletî alîkariyan li meydanê li xelkê belav dikin.”

Li gor Neteweyên Yekbûyî, berî erdheja 6ê Sibatê wan mehane alîkarî li 4 milyon 100 hezar kesan li Sûriyê belav dikir, lê piştî erdhejê pêwîstiya zêdeyî 5 milyon û 500 hezar Sûrî mehane bi alîkariyên mirovî heye, di dema 12 milyon û 500 hezar Sûrî ji ber şerê navxwe asayîşa xorakê ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst