Feysel Miqdad: Em û Kurd yek milet in

23-02-2022
Hisên Omer
Wêne: Valdai Discussion Club
Wêne: Valdai Discussion Club
Nîşan Feysel Miqdad Sûriye Pirsa Kurd Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li Moskowê beşdarî Foruma Valdai bû derbarê çareseriya pirsa Kurd û peywendiyên bi Tirkiyê re axivî. Miqdad di Forumê got "Em yek gelin û em naxwazin cudabûnê di nav gelê xwe de çêbikin. Divê Tirkiyê niha dagirkeriya xwe ji xaka Sûriyê vekişîne "

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li Moskowê beşdarî foruma Valdai bû û tê de behsa rewşa siyasî, aborî çandinî, çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê û peywendiyên bi Tirkiyê re kir.

Miqdad di forumê de li ser çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê bersiva pirseke lêkolerekî Zanîngeha Cambridge da.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad dibê "4 serokên Sûriyê û hinek serokwezîrên Sûriyê ji gelê Kurd bûn. Em yek gel in û em naxwazin dabekariyê di nav xelkê gelê xwe de bikin. Eger kesek ne rihet be, çima em ê Israîl, Fransa û Ewropiyan bînin da ku welatê me parçe bikin? Divê rêz li serweriya niştimanî bê girtin. Eger ew vî welatî welatî xwe dibînin. Lê pêwîst nake welat bê dabeşkirin ji bo xatirê welatên biyanî."

Di bersiva pirseke grûpa Kirîzên navdewletî de, Miqdad mercên normalkirina pêwendiyên Sûriyê ligel Tirkiyê hejmartin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad got jî "Hejmarek tişt hene divê bên kirin heta ku pêwendiyên Tirkiyê û Sûriyê normal bibin. Bi nêrîna me, divê hikûmeta Tirkiyê niha dagîrkeriya xwe ji xaka Sûriyê vekişîne. Duyem, piştevaniya grûpên terorîst neke, û dest ji van grûpan berde. Sêyem ji siyaseta qutkirina avê li ser welatiyên Sûriyê vegere, û danîna stratejiyeteke nû ji bo rewşa navçeyê ku tê de welat rêzê li pêwendiyên xwe bigirin. Lê ev nêzîkbûn nabe bêyî pêkanîna van armancên sereke."

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad behsa rewşa aborî û çandiniya Sûriyê kir.

Miqdad amaje bi yêkê kir ku beriya krîzê li Sûriyê berhema genim 2.5 milyon ton bûye lê îro Sûriye neçar e genim hawirde bike û pêwîstiya Sûriyê bi 1.2 milyon ard, 1.5 milyon ton genim heye.

Herwiha Miqdad da zanîn ku ji ber qutkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve 330 hezar hektar bê av ma ye. Beriya krîzê li Sûriyê 9500 megawatt elektrîk dihat berhemanîn lê niha 2600 megawat elektrîk tê berhemanîn.

Roja duşema borî, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad, li gel şandekê, serdana Moskowê kiribû. Di serdanê de, ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov, prosesa nivîsandina destûra Sûriyê û çareseriya siyasî ji bo krîza wî welatî gotûbêj kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst