Çekdaran êrişî HSDyê kir: Hêzên Sûriyeyê ew girtin

23-01-2025
Nîşan Dêrezor HSD Çekdar Êriş Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî ya Sûriyeyê Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî ya Sûriyeyê li Dêrezorê 10 çekdar girtin ku wan êrişî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kiribû.

Çekdarên girêdayî Hifilê li bajarokê Zîbanê ya rojhilatê Dêrezorê êrişî baregehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kiribû.

Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî ya Sûriyeyê 10 ji wan çekdaran girtin ku yek ji wan fermandar e.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), komên çekdar ên girêdayî Hifilê û bermayiyên rejîma berê doh êrişî baregeha Asayişê ya li navçeya Zîbanê kir.

Di encama êrişê de Hêzên Ewlehiya Hundir (Asayîş) ji wan cihan vekişiyan û lê pişt re ew dever careke din xistin bin kontrola xwe.

Asayîşê hêzên leşkerî yên zêdetir şandin wê herêmê, xebatên kontrolkirina herêmê dest pê kir û qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Dema çekdar vedigeriyan aliyê rojavayê Çemê Feratê jî wan êrişî xaleke Asayîşê ya li bajarokê Tiyaneyê û du xalên Parastina Xwecihî kir.

Çekdarên girêdayî Hifilê û bermayiyên rejîma berê, çend roj berê jî li Dêrezorê êrişî çend xalên kontrolê yên HSDyê kiribû û ew xal xistibûn bin kontrola xwe.

HSD paşê vegeriyabû û ew xal ji destê çekdaran derxistibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst