Zanyariyên herî dawî li ser herfiîna avahiya li Şêx Meqsûd a Helebê

23-01-2023
Hisên Omer
Her 16 qurbaniyên herifîna avahiyê ji 5 malbatan in
Her 16 qurbaniyên herifîna avahiyê ji 5 malbatan in
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara qurbaniyên herifîna avahiya Taxa Şêx Meqsûd a Kurdnişîn li Helebê gihişte 16 kesan ku di nav de 5 zarok hene. Li gorî zanyariyên Rûdawê, qata pêncem a avahiyê vala bûye û li jêr avahiyê cihê şûştina otomobîlan hebûye û dibe ku çûna avê bo jêr bingehê avahiyê sedema herifîna wê be.

Demjimêr sisiyê berbanga roja Yekşemê, avahiyeke ji pênc qadan, li beşa Merûf ji taxa Şêx Meqsûd, a kurdnişîn li Helebê herifî bû. Di encamê de heta niha canjidestana 16 kesan hatiye piştrastkirin.

Tîmên hawarçûnê û berevaniya sivîl li nav kavilên avahiya ku li Taxa Şêx Meqsûd herifî li kesên li jêr van kavilan mane digerin.

Her 16 qurbaniyên herifîna avahiyê ji 5 malbatan in

Ji yek malbatê, ku malbata Cerûr e, 6 kesan canê xwe ji dest dane û kesek jî birîndar bûye

Biçûktirîn qurbanî zarokeke 20 rojî ye li gel bavê xwe yê ji Cindirêsê û diya xwe ya ji Qamişlo canê xwe ji dest dane

Di nav qurbaniyan de helbestvan Ridwan Sebrî Mihemed û hevjîna wî Zeyneb Osman hene.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji cihê bûyerê wergirtine, qada pêncem ji avahiyê vala bûye, û li jêr avahiyê cihê şûştina otomobîlan hebûye û dibe ku çûna avê bo jêr binyatên avahiyê sedema herifîna wê be.

Nişteciyeke taxê dibêje, di dema şer de, çekdarên opozisyona Sûriyê tax topbaran kiribû, ji lewre ziyan gihiştibû avahiyên taxê.

Nişteciya Şêx Meqsûdê wiha dibêje: “Em dibêjin ev ji encama şerê ku li Şêx Meqsûd derketibû di dema artêşa Azad de, dema topbarankirina taxê, wê topbaranê ziyan gihandibû hinek avahiyan. Em hêvî ji hemû hevalan dikin ku alîkariyê pêşkêş bikin, û kar ji bo rizgarkirina birîndaran bikin.”

Her li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji taxa Şêx Meqsûd wergirtine, 7 malbat di nav avahiyê de niştecî bûn û heta niha hin kes bêserûşûn hene. Lewre dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe. Çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re da zanîn ku belênderê ev avahî çê kiriye niha li welatê Holanda ye, lê nasnameya wî aşkere nekir.

Ji bo nîşandana piştîvanî û hevxemiyê, Rêveberiya Perwerdeyê li taxê biryara reşgirêdanê û daxistina dibistanan bo roja Duşemê daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst