UNICEF: 28000 zarokên biyanî li bakurê rojhilatê Sûriyê girtî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina UNICEF a ser bi Netewên Yekgirtî ve ragihand, 28,000 zarokên biyanî li bakurê rojhilatê Sûriyê girtî ne û 250 zarok jî li gel çekdaran di girtîgehan de ne.

Berdevkê UNICEFê, Marîksî Merkado (Marixie Mercado) di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew zarok xelkê 60 welatên cîhanê ne û ji 28,000 zarokên biyanî yên girtî li bakurê rojhilatê Sûriyê 20,000 kes ji Iraqê ne.

Berdevkê UNICEFê aşkere dike, ku di nava wan zarokên girtî de 250 zarokên kur ku temenê hinek ji wan tenê 9 sal e, di girtîgehan de tevî çekdaran girtî ne.

Merkado tekez dike, ku renge hejmara zarokên girtî li bakurê rojhilatê Sûriyê ji wê hejmara niha zêdetir be ku li ber destê wan heye.

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), bajarokê Baxoz ku dawî cihê stratejîk di destê DAIŞê de bû, girt û şikesta DAIŞê hat ragihandin, bi hezaran jin û zarokên malbatên çekdarên DAIŞê li kampa Hol li Hesekê hatin bicihkirin.

Li gor amarên Rêveberiya Xweser û herwiha Netewên Yekgirtî, niha nêzîkî 63 hezar kes li kampa Holê dimînin.