Balafirgehên Şam û Helebê hatin bombebarankirin

22-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Balafirgeha Helebê Balafirgeha Şamê Mûşekbarankirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyeya Sûriyeyê ragihand ku ji Derya Sipî û bilindahiyên Colanê çend mûşek li balafirgehên Şam û Helebê ketine û her du balafirgeh jî ji kar ketine.

Di encama mûşekande de sivîlek hatiye kuştin û sivîlekî din jî birîndar bûye.

Ajansa SANAyê ya Hikûmeta Sûriyeyê ragihand derdora demjimêr 5:00ê sibehê, artêşa Îsraîlê ji Derya Sipî û ji aliyê bilindahiyên Colanê çend mûşek avêtine her du Balafirgehêm navdewletî yên Şam û Helebê.

Derbarê zerarên êrîşê de di daxuyaniyê de tê gotin: "Di encama êrîşa asmanî de li Balafirgeha Şamê karkerek şehîd bûye û karkerekî din jî birîndar bûye.

Herwiha zerarên madî gehiştine qada her du balafirehan û di encamê de ji kar ketine.”

Wezareta Gihadinê ya Sûriyeyê jî diyar kir ku geştên her du balafirhan ji bo Balafirgeha Navdewletî ya Laziqiyê hatine veguhestin.

Ji destpêka şer di navbera grûpên çekdar ên Filestînî û Îsraîlê de, çend caran balafirhên Şam û Helebê hatine armanckirin.

12ê Çiriya Pêşîn jî Balafirgehên Şam û Helebê hatibûn mûşekbarankirin.

Herwiha 14ê mehê jî Balafirgeha Helebê careke din hatibû mûşekbarankirin.

Piştî şerê navxwe yê Sûriyeyê, Îsraîl bi hiceta gihandina alîkariyên Îranê yên ji bo Hikûmeta Sûriyeyê bi berdewamê êrişî wan her du balafirxaneya kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst