Washington: Rûsya 28 balafir şandiye Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw)- Rayedarên Amerîka ragihandin ku, Rûsya 28 balafirên xwe yên şer li Sûriyê bi cih kiriye û niha dest bi çavdêriya axa wî welatî kiriye.

Rayedarekî wî welatî ku nexwest navê wî eşkere bibe wiha ji ajansa AFP re gotiye, niha 28 balafirên şer ên Rûsya li bajarê Laziqiye (Ku navenda alîgirên Esed e) bi cih bûne.

Berpirsekî din ê Amerîka ragihand ku, 20 balafirên din ên wî welatî, ku balafirên veguhestinê ne, li Sûriyê ne.

Ev çend heften e ku Amerîka dilgiraniya xwe ji ber şandina Rûsya çek û balafirên xwe bo Sûriyê, nîşan dide.

Tê zanîn ku Amerîka û hevalbendên xwe hevpeymaniyek navdewletî li dijî DAIŞê pêk anîne, lê Rûsya niha ne di wê hevpeymaniyê de ye.

Rûsya bi şandina çekan û destpêkirina çavdêriya axa Sûriyê dixwaze hevpeymaniyeke din ava, ku rêjîma Esed jî li xwe bigire.