Li Idlibê amadekarî bo şerekî pêşbînîkirî tê kirin

22-08-2020
RÛDAW
Hemû aliyên şer hêzan li çeperan qayîm dikin
Hemû aliyên şer hêzan li çeperan qayîm dikin
Nîşan Sûriye Idlib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê Idlibê ku li jêr kontrola grûpên çekdar ên ser bi Trikiyê ve ne, amadekarî bo şerekî pêşbînîkirî tê kirin, û hemû aliyên şer hêzên xwe li eniyên şer kom dikin. Şandiyê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen jî daxwaz ji aliyên şerker kir, ku divê agirbest berdewam be, da ku pêvajoya siyasî li Sûriyê serbikeve.

Li navçeyên başûrê Idlibê û gundewarê rojavayê Hemayê ku li jêr kontrola grûpên çekdar ên ser bi Trikiyê ve ne, qayîmkirina hêzê ji aliyê hikûmetê ve roj bi roj di zêdebûnê de ye, vê yekê kiriye ku hêzên opozisyonê têkevin warê amadebaşiyê, ku tê pêşbînîkirin her gav  hêzên hikûmetê û grûpên Îranî yên alîgir bi piştîvaniya Rûsyayê êrîşî wan bikin bi taybetî li herdû navçeyên çiyayê Zawiye û bakurê deşta Xabê.

Ji aliyê xwe ve, şandiyê Neteweyên Yekbûyî yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen, hawara xwe gihand aliyên şerker, ku divê agirbest bê parastin, daku pêvajoya siyasî birêkeve û biryara navdewletî ya 2254ê derbasî warê cîbicîkirinê bibe.

Şandiyê Neteweyên Yekbûyî yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen got: “Li Idlibê bi rastî pirs girêdayî agirbestê ye, min xwest agirbest li seranserî welat qayîm bibe, daku li gor biryara navdewletî 2254ê bigunce. Ev tişt bi baweriya min zêde girîng e. Ev yek di vê dema zehmet de ji bo gelê Sûriyê zêde pêwîst e, ev yek ligel aboriya herifandî û Coronayê çêbibe, pêwîste karekî navdewletî bo piştîvanîkirina gelê Sûriyê pêk bê.”

Tevî agirbesta Putin-Erdogan ku di 6ê Adara 2020ê de li Idlibê ketibû warê cîbicîkirinê, lê li gor çalakvanên xwecihî, firokeyên Rûsyayê rojane grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li başûr û bakurê Idlibê bombebaran dikin, hevdem Tirkiyê hêzên xwe li xalên çavdêriyê li seranserî Idlibê qayîm dike, vê yekê kir ku Pedersen hawara xwe bigihîne hersê welatên garantor Rûsya, Tirkiyê û Îran, ku dê li Cenevê di dema civîna komîteya destûrê Sûriyê de amade bibin, daku tekezî li ser agirbestê û pêvajoya siyasî li Sûriyê bibe.

Geir Pedersen herwiha got: “Ez hatim agahdarkirin, ku li Cenevê nûnerên Rûsya,Îran û Tirkiyê bi navê Astana sêyem dê amade bibin û ez bawer dikim Amerîka jî dê amade bibe, û dibe nûnerên din jî hebin, divê hûn li vê derê bin. Divê ez ji were tekez bikim ku komîteya destûrî dê li vê derê kar bike, û karê wê bi tevahî serbixwe ye.”

Li gor çavdêrên peywendîdar, li Sûriyê stratîjyayaên welatên garantor, Rûsya, Tirkiyê û Îranê û tev wan jî Amerîka dibin rêgir li ber çêbûna pêvajoya siyasî û herwiha cîbicîkirina biryara navdewletî 2254ê, wate li gor heman çavdêran heta niha ti îrdeyeke navdewletî ciddî bo çaresriyeke siyasî li Sûriyê nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst