Çekdarên El-Nusra agir berdane deriyê sînorî yê bi Îsraîlê re

Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê Sûriyê, çekdarên Cebhet El-Nusra, berî ku ji herêmê vekişinin, deriyê sînorî yê Quneytera ku ser sînorê Îsraîlê ye, şewîtandin.

 

Li gorî ragihandina xwecihî ya li parêzgeha Quneytera ya Sûriyê, çekdarên Cebhet El-Nusra ku şerê hikûmeta Sûriyê dikin, berî ku ji navçeya ser sînorê Sûriyê û Israîlê vekişin, agir berdane deriyê sînorî yê di navbera herdu welatan de.

 

Li gorî wan çavkaniyan, di encama bûyerê de zirarên canî çênebûne û ziyan tenê maddî bûne.

 

Vekişîna çekdarên Cebhet El-Nusra ji navçeyên sînorî yên di navbera Îsrîal û Sûriyê de, di demeke de ye  ku rêkevtinek di navbera girûpa navhatî û hikûmeta Sûriyê de çêbûye.

 

Li gorî wê rêkevtinê, dê çekdarên Cebhet El-Nusra digel malbatên xwe ji bo parêzgeha Idlibê li bakurê Sûriyê ku niha di bin kontrola çekdarên opozisyonê de ye,  bihêne veguhestin.