Li Îdlibê krîzeke mirovî heye

22-05-2024
RÛDAW
Li Îdlibê krîzeke mirovî heye
Li Îdlibê krîzeke mirovî heye
Nîşan Îdlib Rewşa Mirovî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkariyên mirovî û tenduristiyê yên ji bo bakurrojavayê Sûriyeyê kêm bûne û rewşa mirovî li parêzgaha Îdlibê ya Sûriyeyê gelek xirab e.

Li Îdlibê metirsiya girtina çend nexweşxaneyan heye.

Li Sûriyeyê rewşa mirovî her ku diçe xerabtir dibe, bi taybet li bakurrojavayê wî welatî, krîzeke mezin a mirovî heye.

Alîkarî gelekî kêm bû ne, bi taybetî di warê tendurustiyê de.

Li Îdlibê, Nexweşxaneya Rehme heye, rojane gelek kesan serdana wê dikirin.

Nexweşxane niha ji ber nebûna derman û xizmetguzariyan nikare nexweşan derman bike.

Bijîşkên Nexweşxaneya Rehmeyê hişyariyê didin û eşkere dikin, eger alîkarî rawestin êdî ew nema dikarin bi ti awayî alîkariya xelkê bikin.

Berê wê nexweşxaneyê her meh pêşwaziya 20 hezar nexweşî dikir.

“Em nikarin nexweşên xwe bibin cihekî din”

Bavê nexweşekî yê bi navê Ebdulrehman Ebû Mihemed got:

"Bi hezaran malbat hene sûdê ji xizmetguzariyên Nexweşxaneya Rehmeyê ya Tertûsê dibînin.

Me bihîstiye ku alîkarî bi vê nexweşxaneyê re kêm dibe.

Edî ev yek jî wê ziyanê bigihîne malbatên me. Karînên me yên darayî nînin.

Wekî mînak aniha ez bavê kurekî nexweş im.

Eger ez kurê xwe ji bo çareseriyê bibim Sermedayê yan Bab el-Hewayê, ew yek ji aliyê darayî ve wê li ser min giran bibe.

Bi 2 hezar heta 3 hezar lîreyan be, ew 2-3 hezar lîre li cem me nînin.

Herwiha nexweşên nexweşiyên herdemî hene.

Nexweşên dil û şekir têne vê nexweşxaneyê û xizmetguzariyê dibînin.”

“Dê alîkarî rawest in”

Berpirsê Bijîşkên Nexweşxaneya Rehmeyê Ehmed Xendûr jî bal kişand ser metirsiyê û wiha got:

"Beriya bi dawîbûna meha Nîsanê bi 4 rojan, em hatin agahdarkirin ku dê alîkariya ku li me tê kirin bê rawestandin.

Ew jî ji ber kêmbûna şandina pereyan ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî û OCHAyê ye.

Mixabin ev yek hevdem bû ligel rawestana gelek nexweşxaneyên ku xizmetguzariyan pêşkêşî xelkê dikin."

Amûr û dermanên pêwîst ji bo çareseriya tenduristî, li dermanxane û nexweşxaneyan li herêmê gelekî kêm bûne, ev yek jî ziyaneke mezin digihîne welatiyan.

“Girtina nexweşxaneyê dê bandorê li 1 milyon û 500 hezar kesî bike”

Berpisê Lêkolîn û Bipêşxistinê yê Rêveberiya Tenduristiyê ya Îdlibê Mihemed Xezal jî got:

"Di dawiya meha Hezîranê de alîkarî wê ji ser 112 avahiyên tenduristiyê bê rawestandin.

Ev yek jî wê bibe sedema karesatekê li bakurrojavayê Sûriyeyê û dê bandore li 1 milyon û 500 hezar kesî bike.

Edî ew dê zehmetiyê di dîtina xizmetên tendurustiyê de bibînin."

Nexweşxaneya Rehme, yek ji navendên tenduristiyê ye li bakurrojavayê Sûriyeyê.

Xizmteguizariyên tenduristî ji bo bêhtir ji 700 hezar kesî pêşkêş dike ku li navçeyên ser bi parêzgeha Îdlibê dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst