Sûriyê geştkirina derve li Ramî Mexlûf qedexe kir

22-05-2020
RÛDAW
Nîşan Sûriye Ramî Mexlûf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Sûriyê geştkirina derveyî welat li bazirgan û milyardêrê navdar Ramî Mexlûf qedexe kir.

Dadgeha Dada Îdarî ya Sûriyê biryarek di derbarê  biznismanê Sûrî Ramî Mexlûf de ku di heman demê de kurê xalê Serokê Sûriyê Beşar Esed e derxist. Li gor biryara dadgehê, geştkirina derveyî Sûriyê li Ramî Mexlûf tê qedexekirin.

Li gor biryara dadgehê, ev qedexe li ser daxwaza Wezareta Gihandin û Peywendiyan a Sûriyê  hatiye dan.

Di biryarê de hatiye gotin, ku ev qedexe demkî ye û eger Mexlûf pereyên ku heya niha weke bac li ser hatine ferzkirin bide, dê qedexe were rakirin. Lê di daxuyaniyê de tibaba wan pereyan di biryarê de nehatiye diyarkirin.

Hikûmeta Sûriyê 233.8 milyar lîreyên Sûrî wek bac, li ser kompaniyên Ramî Mexlûf sepandine, ku dike nêzîkî 334 milyon dolar. Li ser vê yekê Mexlûf di yekemîn roja meha Gulana îsal de, girteyeke vîdyoyî li ser Facebooka xwe belav kiribû û têde red kiribû, ku ji bacê reviyabe, û daxwaz ji Beşar Ese kiribû ku wî ji vî halî rizgar bike.

Tevî belavkirina vê vîdyoyê, zextên li ser Ramî Mexlûf berdewam bûn û ji ber wê yekê jî wî duyemîn vîdyoya xwe jî li ser medyaya civakî belav kir û têde careke din red kir, ku wî bac nedabe hikûmetê. Mexlûf herwiha tekez kir, ku ew teslîmî zextan nabe û dest ji kompanyaya Syria Tel bernade, ku bi gotina wî hêzên hikûmetê daxwazek wiha jê dikin.

Hikûmeta Sûriyê herwiha bi dehan kes ji rêveber û karmendên çend kopmanyayên Ramî Mexlûf girtine.

Ramî Mexlûf milyardêrekî navdar e li Sûriyê û weke împaratorê aboriya Sûriyê tê naskirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst