Îtilafa Dijbereya Sûriyê: Agirbesta bo heyama 2 hefteyan e

Navenda Nûçeyan - Îtilafa Dijbereya Sûriyê ragihand ku agirbesta ku Amerîka û Rûsya derbarê Sûriyê lihev kirine biryar e 2 hefteyan berdewam bike û eger heye ku were dirêjkirin.

Serokê Îtilafa Dijbereya Sûriyê Xalid Xoce di daxuyaniyekê de ragihand ku Amerîka soz daye dijbereyê eger hêzên hikûmeta Sûriyê agirbest binpê bike, Amerîka dê piştgiriya xwe ji bo dijbereyê zêde bike.

Xalid Xoce behsa wê yekê jî kir ku 17 welatên ku gihiştibûn rêkeftina Viyêna derbarê Sûriyê ligel Neteweyên Yekgirtî, dê çavdêriya bicîkirina wê agirbestê bikin.

Serokê Îtilafê herwiha tekez kir ku serkeftina agirbestê tê wateya destpêkirina proseya çareseriya siyasî careke din.