Hikûmeta Sûriyeyê 4 berpirsên ewlehiyê li Şamê desteser kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Sûriyeyê, piştî êrişa Îsarîlê ya li Şamê û kuştina hinek fermandarên Supaya Pasdaran a Îranê, li Şamê dest bi operasyoneke ewlehiyê kiriye.

Rewangeha Mafên Mirov a Sûriyeyê ragihand ku Îstixbarata Leşkerî ya Sûriyeyê 4 berpirsên ewlehiyê li Şamê girtine.

Li gorî heman çavkaniyê tê gumankirin ku bi destên hinek berpirsên ewlehiyê yên Sûriyeyê agahî ji Îsraîlê re çûne.

Rewangeha Mafên Mirov a Sûriyeyê her derbarê wê êrişê dae zanîn ku hejmara kuştiyan gihiştiye 13 kesan ku 5 Îranî, 5 Sûrî, 2 Libnanî û yek jî Îraqî ye.