Wezareta Dad ya Sûriyê raporta lêkolînerên tawanên cengî red dike

22-01-2014
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Dad ya Sûriyê raporta ku ji aliyê Tîmeke lêkolînerên tawanên cengê û pisporên pizîşkiya dadweriyê raportek amade kirine, derbarê encamdana tawanên cengî li Sûriyê, red kir.

Duh (21.01.2014) Tîmeke lêkolînerên tawanên cengê û pisporên pizîşkiya dadweriyê raportek amade kirine ku tê de çendîn belgeyên misogr li ser “êşkence û kuştina bi pilan” ya ku ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê derheqê hemwelatiyan de kiriye, eşkere kir.

Wezaretê di daxuyaniyekê de ku îro (22.01.2014) li ser malpera ajansa fermî ya Sûriyê SANA belavkiriye dibêje: “Bealvkirina vê raportê bi yekê rojê berî lidarxistin kongreya Cenêv2, aşkere dike ku mebes ji belav kirina vê raportê siyasî ye.”

Herwiha wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihand ku herkesê ku di warê lêkolînên tawanan de kar dike dizane ku ev wêne ne arstin ji ber ku ne girêdayê ti girtiyekî li cem hikûmeta Sûriyê ne.

Çend parêzerên di tîma ku ev raport amade kirine de ragihandine ku dê wê raporta ku bi hezaran wêneyên qurbaniyan tê de ne, ku guman tê kirin ku di zîndanên ser bi hikûmeta Sûriyê ve hatine kuştin, pêşkêşî dadgeha tawanên navdewletî bike. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst