Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê hat diyarkirin: Ji Hisîçayê ye

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sûriye Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eseed Hesen Şeybanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Eseed Hesen Şeybanî wekî Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta berwext a Sûriyeyê hat peywirdarkirin.

Fermandariya Operasyonên Leşkerî ya ku li Sûriyeyê desthilata Beşar Esed hilweşand ragihand ku Esaad Hesen Şeybanî wekî Wezîrê Karên Derva yê hikûmeta berwext hat peywirdarkirin.

Şeybaniyê ku peywira Serokatiya Karên Siyasî ya îdareya sivîl a li Îdlibê bi rê ve dibir ji peywendiyên bi hikûmetên biyanî û nûnerên saziyan û xebatên saziyên Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariyê yên navneteweyî berpirsyar bû.

Eseed Hesen Şeybanî sala 1987an li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê û paşê bi malbata xwe re koçî Şamê kiriye.

Sala 2009an ji Zanîngeha Şamê ji beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî mezûn bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst