Di bombaraneke Babê de kesekî ku tê gotin serkirdeyê DAIŞê ye birîndar bû

21-12-2022
RÛDAW
Di bombaraneke Babê de kesekî ku tê gotin serkirdeyê DAIŞê ye birîndar bû
Di bombaraneke Babê de kesekî ku tê gotin serkirdeyê DAIŞê ye birîndar bû
Nîşan Bab DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Babê yê bakurê Helebê malek hat bombebaran kirin, di encamê de kesek li nav wê avahiyê û du kes li nêzîkî avahiyê birîndar bûn, tîmên hawarçûnê li wî bajarî texmîn dikin ku ew firoke yên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê be.

Welatiyekî bajarê Babê dibêje, kesê ku li nav wê avahiyê bûye, ne naskirî ye û yekem care wî li taxa xwe dibînin.

Rêxistineke mafê mirovan a Rojavayê Kurdistanê jî dibêje, ew kesê di wê êrîşê de birîndar bûye serkirdeyekî DAIŞê ye, navê wî Ehmed El-Sewadî ye, bi navê Ebû Yasir El-Yemenî dihate naskirin.

Hîna Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî, tu daxuyanî li ser wê êrîşê belav nekiriye.

Li navenda bajarê El-Bab ê bakurê rojhilatê bajarê Helebê, roja Sêşemê 20ê vê meha Berfanbarê, avahiyek hate bombebarankirin.

Tîmên Hawarçûnê li wê deverê texmîn dikin ku, ew avahî ji aliyê droneke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve hatibe armanckirin û di encamê de kesek li nav wê avahiyê birîndar bû û 2 kesên din ên sivîl ku nêzîkî wê bûn, ew jî birîndar bûn.

Li gorî şêniyekî wê deverê, ew kesê li nav avahiyê birîndar bûye, ne naskirî ye û yekem car e wî li taxa xwe dibînin.

Şêniyê bajarê El-Bab ê bakurê Sûriyê Nibal Mistefa got, “Kesek birîndar bû, me nas nekir kî ye, ji ber ku ev yekem car e em wî li taxê dibînin. Yekser Tîmên Berevaniya sivîl hatin lê kesê ku birîndar bûye, ev yekem car e em wî li vê derê, li taxa xwe dibînin.”

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye, ew kesê hatiye armanckirin û birîndarkirin, serkirdeyekî DAIŞê ye, bi navê Ehmed El-Sewadî yê bi nasnavê Ebû Yasir Elyemenî ji Yemenê ye û niha li Nexweşxaneya El-Bab e.

El-Bab di Sibata 2017an de ji destê çekdarên DAIŞê derket û kete jêr kontrola grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên bi navê (Artêşa Azad a Sûrî) ku ser bi Tirkiyê ye, di çarçoveya operasyona bi navê Mertala Ferat de, ji wê demê ve gelek bûyerên teqîn, topbaran û bombebarankirinê lê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst