HSD: Li nêzîkî Baxoz û Hecîn 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

21-09-2018
RÛDAW
Nîşan HSD DAIŞ Kuştin
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku di şerê dijî DAIŞê de li gundewarê Dêra Zorê 10 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û şervanekî wan jî jiyana xwe ji dest daye.

 

Nevanda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand, tevî kontrolkirina navçeya Baxoza Jorîn li rojhilatê Dêra Zorê, lê heya niha şerê li dijî DAIŞê li wê navçeyê û navçeya Hecîn berdewam dike.

 

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) herwiha destnîşan kir ku Hevpeymaniya Navdewletî jî bi rêya balafirên şer piştevaniya HSDê dike.

 

Li gor heman daxuyaniyê, 10 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî jiyana xwe ji dest daye

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst