ENKS derbarê mafê Kurdan de belgenameyekê pêşkêşî civîna Cenêvê dike

21-08-2020
RÛDAW
Nîşan Cenêv Komîteya Destûra Sûriyê ENKS
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Roja 24 Tebaxê gera nû ya civînên Komîteya Destûra Sûriyê li Cenêvê destpê dike û heta roja 28ê Tebaxê ew civîn berdewam dibin. Li gor zanyariyên Rûdawê, ENKS dê di civîna vê carê de belgenameyekê pêşkêş bike ku tê de behsa naskirina gelê Kurd di destûra nû de hatiye kirin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê, Gier Pedersen ragihand, ku Komîtya Destûra Sûriyê roja 24ê Tebaxê li ser bingeha lihvkirina di navbera hikûmetê û opozisyonê de li Cenevê dicive, daku beşekî serekî ji biryara navdewletî ya 2254ê derbrê Sûriyê bê cîbicîkirin,

Herwiha Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di civînên komîteya destûrî ya Sûriyê de beşdar dibe, daku belgenameya taybet bi mafên gelê Kurd li Sûriyê pêşkêş bike.

Li gor zanyariyan, di wê belgenameyê de, tekezî li ser wê yekê tê kirin ku Sûriyê welatekî pir-netewe û pir-ol e.

Herwiha di belgenameyê de hatiye ku divê di destûrê de îtîraf bi gelê Kurd li Sûriyê bê kirin û divê mafên gelê Kurd li Sûriyê di destûrê nû de bên parastin.

Herwiha li gor zanyariyên Rûdawê, Encûmena Niştimanî ya Kurd ENKS tîmek taybet amade kiriye ji bo piştevaniya mafên neteweyan li Rojavayê Kurdistanê wek Kurd, Ereb, Suriyan û Aşûrî di destûrê de. Ew tîm ji bilî Kurd kesekî Suryanî jî li xwe digire û hineke pisporên yasayî jî têde beşdar in.

Erkê wê tîmê piştevaniya endamên neteweyan bi taybetî Kurd di komîteyê de ye û amadekirina belge û pêşniyarên pêwîst bo wan endaman.

Gera dawî ya danûstandinên Komîteya Destûrê Sûriyê bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî li Cenevê di Mijdara 2019ê de birêve çûbû, bêyî ku ti pêşketinek çêbibe.

Di vê derbarê de Nûnerê Amrîkayê yê taybet bi dosyeya Sûriyê James Jeffrey ragihand, tevî ku Amerîka beşdariyê di vî karî de nake, lê ew dê ligel aliyên peywendîdar û nûnerên opozisyonê li Cenevê bicive, daku karê komîteyê bipêşkeve û encamên erênî jî bên bidestxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst