DAIŞê li Dêrezorê fermanberekî Sûriyeyî kuşt

21-07-2024
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên DAIŞê li rojhilatê Dêrezorê, fermanberekî hikûmeta Sûriyeyê kuşt.

Li gorî zanyariyên xwecihî li bajarê Meyadînê yê li rojhilatê Dêrezorê, çekdarên DAIŞê avêt ser mala fermanberekî hikûmeta Sûriyeyê.

Çekdaran li ber çavên malbata wî bi guleyan ew kuşt.

Ev bûyer li taxa El-Tîbeyê çêbûye û ew dever di bin destê hêzên hikûmeta Sûriyeyê de ne, grûpên Îranî jî li wir hene.

Hejmara giştî ya kesên ku ji destpêka îsal ve, li biyabana Sûriyeyê hatine kuştin, gihiştiye 480 kesî.

Ji wê hejmarê 29 çekdarên DAIŞê, 404 leşker û çekdarên ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve ne û 47 jî welatiyên sivîl in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst