Sûriye: Opozisyon bizavên xwe yên dîplomasî çalak dike

21-07-2013
HÛSÊN OMER
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya Fransî, Le Figaro eşkere kir ku roja çarşema bê serokê nû yê opozisyona Sûriyê Ehmed Asî El-Cerba dê seredana Fransayê bike.

Rojnameyê diyar kir ku El-Cerba dê li Koçka Elysêe ji aliyê serokê Fransa François Hollande ve were pêşwazî kirin.

Rojname behsa wê yekê dike ku El-Cerba roja 6ê tîrmehê li Stenbolê weke serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê ku grûba sereke ya opzisyonê ye hatibû hilbijartin.

El-Cerba ji malbatek êlîtî ya ji parêzgeha Hisiçe ye û bi nêzîkbûna xwe ji bo Erebistana Siûdî ve tê naskirin.

Rojnameyê ji ser zimanê çavkaniyên dîplomasî yên Fransî veguhast ku Fransa baweriyê bi vê opozisyona bawernerm tîne ku karibe hevbeşiyê di çareseriyeke siyasî de bike.

Heman çavkaniyan ji rojnameyê re ragihandine ku serokomar dixwaze nameyeke piştgiriyê ji bo çareseriya siyasî ji krîza Sûriyê re pêşkêş bike.

Ji aliyekî din ve jî, Desteya Siyasî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê, li Stenbolê, dest bi civîna xwe kir.

Civîn wê dûrî çapemeniyê were lidarxistin. 19 endamên desteyê, di nav de jî serok, sekreter û cîgirên serokê Hevpeymaniyê beşdar dibin.

Biryar e civîn îro bidawî were, çendîn dosyeyên di derbarê karê hevpeymaniyê de hatin guftûgo kirin.

Hinek çavkaniyên têkildar eşkere kirin ku komîteyek ji bo karûbarên derve hatiye destnîşan kirin.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku di nava komîteyê de serokê berê yê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê Ebdulbasit Seyda, Lûey Safî û Enes El-Ebde digre nava xwe.

Endamê Desteya Siyasî, Ehmed Remedan ragihand ku roja yekşemê wê di civînê derewşa rêxistinî û damezrandina komîteyên şopandina peywendiyên derve bê guftûgo kirin.

Remedan got, îro dê rewşa aborî, nêrîna siyasî ya Hevpeymaniyê û mijara hikûmeta demkî werin behskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst