Esma Esed bi losemiyê ket

21-05-2024
Nîşan Esma Esed Losemî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Esma Eseda hevjîna Serokê Suriyeyê Beşar Esed bi lesomiyê (nexweşiyeke xwînê) ketiye.

Serokatiya Komara Erebî ya Sûriyeyê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku Esma Esed bi losemiyê ketiye.

Li gorî daxuyaniyê, ji bo Esma Esedê dê protokoleke taybet a tedawiyê were şopandin û ew dê beşdarî çalakiyên civakî nebe.

Esma Eseda 48 salî beriya niha jî penceşêrê ketibû û 5 meh berê hatibû ragihandin ku ji wê nexweşiyê rizgar bûye.

Esma Esed bi taybetî piştî sala 2011an ku li Sûriyeyê şer dest pê kir beşdarî gelekî çalakiyên civakî yên xêrxwaziyê dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst