Rûsya Bendera Tertûs a Sûriyê kirê dike

21-04-2019
RÛDAW
Nîşan Rûsya Sûriye Bendera Tertûs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsya ji hikûmeta Sûriyê xwest ku bendera Tertûs bo dema 49 salan bi kirê bide wê.

 

Medyaya fermî ya Sûriyê belav kiriye ku Serokê Sûriyê Beşar Esed bi çend berpirsên pilebilind ên Rûsya re civiyaye û di civînê de bi rayedarên Rûsî re têkildarî gerên bê yên danûstandinên aştiyê, bi kirêdana bendera Tertûsê û bazirganiya di navbera herdu welatan de gotûbêj kirine.

 

Wezareta Derve ya Rûsyayê jî ragihandiye ku Beşar Esed ligel Şanderê Taybet ê Rûsyayê yê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiyev û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşhinin û çend berpirsên din ên Rûsî civiyaye.

 

Piştî danûstandinên şanda Rûsî ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed, Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Yurî Burîsov jî ragihandiye ku pêşketin di debarê bikirêgirtina bendera Tertus de çê bûye û pêşbînî kir, di hefteya bê de Moskow û Şam girêbestekê îmze bikinê

 

Yurî Burîsov da xuyakirin, eger girêbest were îmzekirin, Rûsya dê bo dema 49 salan Bendera Tertûsê ji hikûmeta Sûriyê kirê bike.

 

Cîgirê Serokwezîrê Rûsya got, bikirêgirtina bendera Tertûsê dê bandoreke erînî bike ser pevguhertina bazirganî ya navbera Rûsya û Sûriyê û dê di berjewndiya aboriya Sûriyê de be.

 

Bender Tertûs a Sûriyê dikeve ser Deryeya Spî ango Medîteraneyê û cihekî stratejîk e. Di sala 2017ê de Rûsyayê li vê benderê navendeke locestîkî ya leşkerî ava kir.

 

Herwiha Bendera Tertûsê 100 km dûrî bajarê Laziqiyê û 250 km dûrî Şam a paytexta Sûriyê ye. Hejmara kesên ku li bajarê Tertûsê dijîn, 115 hezar kes e.

 

Sûriye ji bo Rûsyayê giringiyeke stratejîk heye û yekane cih e li cîhanê ku Rûsyayê li derveyî sînorê xwe navendeke leşkerî ya deryayî lê heye. 

 

Rûsya ji destpêka aloziyên Sûriyê ve ku di 2011an de dest pê kir, piştgirî li hikûmeta Sûriyê dike. Moskow di sala 2015 de bi awayekê pratîkî û bi berfirehî piştgiriya serbazî li hêzên hikûmeta ser bi Beşar Esed ve kir û çendîn firokeyên hêza esmanî, çend yekîneyên hêzên bejayî û sîstema mûşekî ya pêşkevtî şande Sûriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst